Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin 2022-07-18 09:02:59 WAN - Emrah Yakût ê di Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Jimare 1'ê de, diyar kir ku bi darê zorê derzî lê xistine û got: "Gardiyan dê min bikujin." Emrah Yakût ê di Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Jimare 1'ê de, derpêş kir ku gelek gardiyanan li wî xistine û çendî tu nexweşîneke wî tune ye jî bi darê zorê hin derzî lêxistine û ji ber vê ji ser hişê xwe çûye. Malbata Yakût di 13'ê Tîrmehê de li girtîgehê hevdîtin pê re kiriye. Yakût di hevdîtinê de ji malbata xwe re gotiye "dê gardiyan wî bikujin."     GEF LÊ XWARINE   Sebîha Yakût, dayika Emrah Yakût ku li Wanê dimîne, anî ziman ku kurê wê jê re gotiye “Gardiyan dê min bikujin.” Yakût anî ziman ku demekê li ber girtîgehê mane û piştî îtiraz kirine hevdîtin pêk hatiye. Dayik Yakût da zanîn ku di korîdorê de nêzî 50 gardiyan li bendê bûn û berê xwe dan odeya ku wê bi kurê xwe re hevdîtinê bike. Dayik Yakût got: "Gava em çûn odeya hevdîtin, gardiyanan kurê min li korîdorê bi erdê ve kaş kirin û ew anîn. Min ji kurê xwe pirsî bê ka çi dibe. Kurê min got, gardiyan dê min bikujin."   BI ZORÊ DERZÎ LÊXISTINE   Yakût diyar kir ku gardiyanan pir li kurê wê xistine û got, ser çavê kurê wê mor bûye û li pişt guhê wî lekeyên xwînê hebûne. Dayik Yakût bilêv kir ku wê ji gardiyanan av xwestiye ji bo kurê xwe lê gardiyanan tenê dilopek av xistine qedehê û anîne. Dayik Yakût got: "Lê kurê min ava wan venexwar. Ji ber ku nikaribû milê xwe rake. Min av da kurê xwe. Dema me jê re got, çima gardiyanan lêxistine got, 'Ji ber ku ez ferzkirina wan qebûl nakim li min dixin.' Kurê min got, gardiyanan derziyê lê xistine û piştî derziyê ji ser hişê xwe çûye."    Dayik Yakût da zanîn ku ev çend roj e îdareya girtîgehê xwarin nedaye kurê wê û got: "Dema min ji gardiyanan pirsî ka çima xwarinê nadin kurê min, îdia kirin ku 'ji ber ku xwarina me nexweş e, kurê te naxwe.'"    Yakut di dawiyê de destnîşan kir ku ew çewisandinên li girtîgehan qebûl nakin û wiha got: “Ez bang li hemû dayikan dikim. Divê her kes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dengê xwe bilind bike. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Ew zarokên me ne, em mafên xwe dixwazin. Belkî niha kurê min kuştibin jî."