Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê 2022-07-18 10:20:18   ÎZMÎR - Kesek di destê wî de çek hebû xwest bikeve Edliyeya Îzmîrê ya ku danişîna Doza Denîz Poyraz lê tê lidarxistin.    Danişîna 4’emîn a Doza Denîz Poyraz ku kujer Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin. Di kêliya ku wê danişînê dest pê bikira, kesek di deste wî çek hebû xwest bikeve edliyeyê. Vî kesî li ber edliyeyê tetika çeka xwe kişandiye û gotiye, “Ez ê we hemûyan gulebaran bikim.”    POLÎSAN MUDAXILEYÎ KES NEKIRIN    Ev kesê di destê wî de çek hebû heta ber deriye avahiya edliyê hat jî lê polîsan mudaxile nekiriye. Yên ku tev li danişînê bûn bertek nîşanî rewşê dan û lê bi lêadna polîsanb re rûbirû man.    Piştî kêliyek şûn ve ev kesê di destê wî de çek hebû hat binçavkirin.    'EZ NIJADPEREST IM'    Ev kes kêliya ku hat binçavkirin jî gef dixwarin. Di vîdeoyên hat belavkirin de dengê wî yê wek, "Ez nijadperest im. Jixwe em ne eynî ne. Polîs û leşker canê me ne. Min nekişînin. Derdê min çi ye derdê we çi ye." Pişt re polîs wî li wesayîta binçavkirinê ya polîsan siwar dikin.