Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê 2022-07-18 10:38:04 ÎZMÎR - Di daxuyaniyên beriya doza qetilkirina Denîz Poyraz de li pêşiya edliyeyê bang li desthilatdariyê hat kirin ku hêzên pişt kujer Onur Gencer aşkera bikin.   Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Beriya 4’emîn danişîna doza Denîz Poyraz, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê hesabê ji kujeran bipirsin. Faşîzm dê têk biçe em ê bi ser kevin.” û “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo Denîz edalet” hatibûn vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Denîz Poyraz nemir e” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin.    Di daxuyaniyê de endamên malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî, Hûda Kaya, Zuleyha Gulum, parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikulu, endamên rêxistinên jinan û yên mafên mirovan û gelek kes amade bûn.    KEMALBAY: GUMANÊN ME YÊN MEZIN HENE    Parlamenter Serpîl Kemalbay di daxuyaniyê de danişînên heta niha weke “fiyaskoya edaletê” pênase kir û wiha got: “Gumanên me yên mezin hene ku edalet pêk nayê. Em dikevin salvegera komkujiya Pirsûsê. Sedema bidawînebûna komkujiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ew e ku desthilatdarî bi van komkujiyan re hevrû nabe. Em dizanin ku bi qetilkirina Denîz Poyraz re xwestin li Tirkiyeyê aloziyê derxînin. Di şexsê HDP’ê de xwestin li dijî hêzên demokrasiyê êrişê bidin destpêkirin. Kesên li pişt vê armancê hêj nehatine diyarkirin. Hêj jî hêzên li pişt kujer Onur Gencer tên parastin. Êrişa kujer a li hundir a li dijî dayik û parlamenterên me didomîne. Ji ber ku tê parastin, wî hedî di xwe de dibîne ku gefan li şandeya dadgehê bixwe. Lê em ê bi tu awayî paşdegav neavêjin. Dê ev dozger, dadger û mekanîzmaya darazê ya fermanan ji desthilatdariyê digire, di dawiya dawî de werin mehkûmkirin.”    TEMELLÎ: HÛN ŞIRÎKÊN CÎNAYETÊ NE    Piştre jî Sezaî Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Daraz hewl dide bi ser bûyerê bigire. Bêedaletiyeke mezin heye. Ev sed sal in li ser vê erdnîgariyê li dijî kurdan dijminatî tê kirin û ev zîhniyet îro hewl dide vê bêedaletiyê binixûme. Zîhniyeta ku nexwestî pêşî li ber kujereke 115 caran keşf kiriye bigire, şirîkê vê cînayetê ye. Em ê hesabê Denîz bipirsin û ev deynê stûyê me ye. Pirsîna hesaba Denîz û bi dehan hevalên me, tê wateya avakirina aştiya civakî. Heke em bixwazin bi awayekî aştiyane bijîn, wê demê divê em hesabê ji vê zîhniyeta kujer û komkujer bipirsin. Banga me ji bo desthilatdarî û şirîkê wê yê biçûk e; we bi tirseke mezin hewl da vê cînayetê binixûmin lê hûn ê nekarin xwe jê xelas bikin.”    TANRIKULU: BERPIRSYAR AKP YE    Parlamenter Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku ev cînayet ne cînayeta kesekê bêhna wî teng bûyî ye û wiha domand: “Divê mirov li pêvajoya pêşiya komkujiyê, helwesta hêzên ewlekariyê ya di dema cînayetê de û ya darazê ya piştî komkujiyê binêre. Dema em li van pêvajoyan dinihêrin jî dibînin ku ev cînayet bi têkiliyên kûr ên bi dewleta kûr re hatiye kirin. 115 caran keşf kiriye û li pêşiya avahî qereqol heye lê nehatiye astengkirin. Piştî cînayetê jî muameleya ‘welatparêzê ku peywira xwe pêk anî’ lê hat kirin. Hûn ji ber parvekirineke medyaya civakî 4-5 rojan di bin çavan de dimînin lê ev kujer 24 saetan di bin çavan de ma. Ev jî nîşan dide ku şirîkê civakî yê van têkiliyan û xwediyê wê AKP ye.”    JIN: EM Ê BIBIN SERHILDANA DENÎZ    Piştre jî Jin bi hev re Bihêz in li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Ji bo Denîzê em edaletê dixwazin” hatin berzkirin. Ji jinan Dîdar Gul daxuyanî xwend û wiha got: “Em ê di dadgehên ku kujer Onur Gencer tê darizandin de bibin serhildana Denîz. Em baş dizanin ku kujer tenê Onur Gencer nîne. Hêzên ewlekariyê yên ku Onur Gencer gihandin û piştî cînayetê pirsa ‘navê te çi ye keko’ jê kirin baş nas dikin. Em baş pê dizanin bê ka yên li pêşiya avahiya HDP’ê qereqol ava kirin çawa rê dan kujer. Em kujeran nas dikin. Heta ku hemû faîl tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.”    DAYIK POYRAZ: EM BÛN BI HEZARAN DENÎZ    Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gotin qey dê bikarin Denîz bikujin. Lê em bûn bi hezaran Denîz. Em ê her tim li ser pêyan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd namirin.”