Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin 2022-07-18 11:29:26 STENBOL - Di turnuvaya ji bo bîranîna Kemal Korkût de kedkarên jin ên çapameniyê ji bo 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin girtin, pankart vekirin.     Turnuvaya Futbolê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kordînasyona Jinên Ciwan ji bo bîranîna Kemal Kortkût ê ku di Newroza Amedê ya 2017’an de hatibû qetilkirin, bi dirûşma “Tu jî li dijî bendîbûna tiryakê golekê biavêje” didome. 12 jê jin bi giştî 152 tîm di çarçoveya turnuvayê de derdikevin sehayê. Beşa ewilî ya turnuvayê duh li Stenbolê dest pê kir.    BI PANKARTÊ DERKETIN MAÇÊ    Di çarçoveya turnuvayê de duh li sehayeke li Eyûpsûltanê di navbera tîma Çapameniya Jinên Azad û Tevgera Jinên Azad (TJA) de maç hate lîstin. Jinên kedkar ên çapameniyê bi pankarta rojnamegerên ku wêneyên wan li ser û bi nîvîsa “Çapameniya azad nayê bêdengkirin” bal kişandin ser rewşa hevalên xwe yên hatine girtin. Di heman demê de şopdarên turnuvayê jî bi dirûşman piştgirî dan tîman.      Di maçê de tîma Çapemeniya Azad bi ser ket û derke tûra jortir.