Li Şaxê leşkerek hat kuştin 2022-07-18 11:34:46 WAN - Li navçeya Şaxê ya Wanê di şerê qewimî de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.    Li çolterên navçeyên Şax û Payîzava ên Wanê ev 10 roj in operasyona leşkerî berdewam dike. Hat ragihandin ku li çoltera Şaxê teqînek pêk hat û di encamê de leşkerek miriye û leşkerek jî birîndar bûye.     Wezareta Karên Navxweyî diyar kir teqîn bi bombeya bi destan hatibû çêkirin (EYP) pêk hat û li herêmê operasyon didome.