TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir 2022-07-18 12:54:59   ENQERE - TTB derbarê melayê ku bijîşkên dest ji kar berdabûn û wan kiribû hedefê de gilî kir.   Piştî ku bijîşk Dr. Ekrem Karakaya di encama êrişekê de hat kuştin Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) biryara grevê ya du rojan girtibû. Ev grev ango dest ji berdana kar di 7-8'ê tîrmehê de pêk hat. Meleyê Mizgefta Kayalar di xutbeyê de doktor kiribûn hedef. TTB derbarê mele de gilî kir. TTB'ê têkildarî vê gilîkirinê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku di çalakiya wan de nexweşên lezgînî, diyalîzê, ducanî, bitalûke, beşên lezgîn ên zarokan û penceşêrê yên di bin muşahadeyê de û yên radizên nehatine mexdûrkirin.    CEZA HAT XWESTIN   Bijîşkan bal kişandin ser meşrûkirina her cure êrişên li dijî mafê  jiyanê yên bijîşkan û têkildarî bûyerê xwestin mele ji sûcên wek, "Di kêliya wezîfeya xwe de xizmeta olî bi xirabî kiriye", “sorkirina sûc”, “gel arasteyî kîn, dijminahiyê  kiriye û biçûkxistinê” were cezakirin.