Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû 2022-07-18 13:56:01 ŞIRNEX - Di dema derbasbûna wesayîteke ku ji bo baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Hesena yê Silopiyayê tê çêkirin alav dibirin de teqînek çêbû. Di encama teqînê de kesek birîndar bû.  Di dema derbasbûna wesayîteke ku ji bo baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Hesena yê Silopiya ya Şirnexê tê çêkirin alav dibirin de teqînek çêbû. Hat zanîn ku di encama teqînê de herî kêm kesek birîndar bû. Hat ragihandin ku teqîn duh saetên serê sibehê de çêbûye û wesayîta ku derbekî giran xwar êdî naxebite.