Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir 2022-07-18 16:51:26   AMED - Girtiyê edlî yê bi navê Mahmût Turhalli ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, li dijî binpêkirinên keyfî yên rêveberiya girtîgehê ev 12 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Girtiyê edlî yê bi navê Mahmût Turhalli, bi mebesta protestokirina sepanên keyfî yên rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê ev 12 roj in di greva birçîbûnê de ye. Turhalli, di hevdîtina bi malbata xwe re de diyar kir ku êdî sepanên keyfî yên li girtîgehê di lûtkeyê de ne.    Turhalli, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi dayika xwe Zeynep Turhalli re axivî û ev agahî dan: “Nêzikatiya xerab û tundiya psîkolojîk pir zêde bûye. Gardiyan ji me re dibêjin; ‘heke tundî û kêrkirin tune bin, li derî nexin.’ Ev 12 roj in di greva birçîbûnê de me û heta daxwazên min pêk tên jî dê dev jê bernedim. Heke hewce bike dê dest bi rojiya mirinê bikim.”   SERLÊDANA SÛC KIR    Dayik Turhalli jî diyar kir ku wan li dijî sepanên xerab ên rêveberiya girtîgehê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serlêdana sûc kirine û wiha got: “Derheqê îşkence û nêzikatiya xerab a midûrê girtîgehê û gardiyanan de jî min li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Daxwaza min ew e ku raya giştî bêdeng nemîne. Nexweşiya dil a kurê min heye. Her tim tansiyona wî bilind dibe. Ez ji tenduristiya kurê xwe biguman im. Banga min ji bo hemû dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe girtî derkevin.”