Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin 2022-07-18 20:08:47 ÎZMÎR - Di doza Denîz Poyrazê de heyeta dadgehê daxwazên têkildarî malzemeyên dijîtal û qeydên kamerayan red kir û danişînê taloq kir.   Danişîna 4'an a doza Denîz Poyrazê ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Piştî ku kujer Gencer bi mirinê gef li parêzeran xwar rageşiyek rû da û heyeta dadgehê jî navber da danişînê. Piştî navberê danışin bı îfadeya şahidê HDP'i Hacay Yilmaz berdewam kir. Yilmaz diyar kir ku konê li ber avahiya partiyê hatiye danîn ji bo provokasyonê hatiye bikaranîn û ev kon di roja êrîşê de jî hatiye bikaranîn.     Piştre ji şahidan Derya Ozgen hat guhdarîkirin. Ozgen der barê roja bûyerê de wiha got: “Dema min ji polîsekî pirsî ka çima ekîbên biçek mudaxile nekirine, polîs got, 'Hûn zêde li fîlman temaşe dikin.' Lê belê ekîbên ku mudaxileyî bûyereke wiha bikin ne xeyal bûne. Piştî bûyerê bi demek dirêj bi walî re hatin cihê bûyerê. Şaxa polîsên çewîkê bi qasî 300 metreyî dûrî cihê bûyerê ye. Lê belê piştî çend saetan hatin cihê bûyerê."   Ji parêzerên dozê Fatma Demîrelê jî ev pirs ji Derya Ozgenê kir:   “Demîrel: Dema ku dengê çekê û hawar hatin bihîstin polîsan çi kir?   Ozgen: Ew jî bi me re reviyan.   Demîrel: Midûriyeta polîsan ji bo bersûc anons kir an na?    Ozgen: Na, deng nehatiye min.   Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî ji şahid Ozgenê pirsî: “Li gorî îfadeyên we, roja qetlîamê beriya ku çek biteqin polîsek nehiştiye hûn bikevin hundirê avahiyê. Yanî wekî ku zanibûne dê bûyer biqewime?" Ozgenê jî got: “Erê.”    Di dawiyê de şahid Huseyîn Sarîcan jî hat guhdarîkirin. Sarîcan jî anî ziman ku ew Gencer ji dibistanê nas dike û li derve carekê du caran hatine cem hev du. Parêzer Îmdat Ataş pirs ji Sarîcan kirin. Sarican li ser pirsa Ataş a “Hûn ê Onûr Gencer ji aliyê siyasî ve çawa dinirxînin?” got: “Ez wî tenê wekî kesekî ji jiyanê hez dikim nas dikim. Min tu gotinên siyasî ji devê wî nebihîstine."   Parêzer Turkan Aslan Agaç jî wêneyên Gencer ên dema li zanîngehê bûye tev li civînan bûye rê Sarican da û jê pirsî ka di van wêneyan de nasên wî hene yan na.. Şahid got, ew kesên di wêneyan de nas nake.    Li aliyê din Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî ji şahid Sarîcan re got: “Te got dibe ku ez bi telefonê pê re axivîbim. Lê di qeydên HTS'ê de tu lêgerînek te tune ye. We got, em li ser WhatsAppê neaxivîne. Lê tê dîtin ku we roja bûyerê li ser WhatsAppê telefonî bersûc kiriye. Ez dixwazim bibîr bînim ku şahidiya derewîn sûc e." Şahid Sarican jî got: "Ji ber ku min yeqîn nekir ku wî ev tişt kiriye, min telefonî wî kir û min xwest amin bibim."      Piştî îfadeyên şahidan parêzer Turkan Aslan Agaç axivî. Agaç diyar kir ku ji ber ku lêpirsîn baş nehatiye birêvebirin di nava qeydên HTS'ê de li kesan geriyane û ew dazilî dosyeyê kirine. Agaç anî ziman ku lê belê heyeta dadgehê bi hinceta ku gelek şahidên di dosyayê de cih digirin eleqeya wan bi bûyerê re nîn e dev ji guhdarîkirina wan berdaye. Agaç got: "Em dixwazin ev doz bê ronîkirin. Me di daxwaznameya xwe de pêwendîya kesan a bi bûyerê re rave kiriye. Berî her tiştî em daxwaz dikin ku şahidên ku we dev ji guhdarîkirina wan berdaye bên guhdarîkirin."    Paşê dozger axivî û diyar kir ku ji bo pirsên bersûc û şahidan tiştekî ku bibêje tune ye û xwest Gencer bi awayekî girtî bê darizandin.    Heyeta dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, biryar da ji bo şahid Sila Yilmaz talîmat bê nivîsandin, navnîşanên şahid Nûrî û Nûrgul Gencer bên diyarkirin, îfadeyên şahidên ku nehatine guhdarkirin bi talîmatan bên girtin, qeydên danişînê bên deşîfrekirin, der barê kesên ku di danişînê de gotinên dibin cihê sûc kirine gilî bê kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo rapora pisporiyê qebûl kir. Lê belê daxwaza têkildarî malzemeyên dijîtal û qeydên kamerayan red kir û danişînê taloqî 12'ê Cotmeha 2022'yan  kir.