Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê 2022-07-19 09:03:04 ENQERE - Hevalên Aydan Ezgî Şalci ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da behsa wê kirin û gotina wê "Divê em ne li metbexa têkoşînê bin. Em bibin pêşengê wê." Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) gelek ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de çûbûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Lê li vir DAIŞ'ê bi bombeyan êriş biribû ser wan. Di êrişê de 33 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van kesan yek jê jî Aydan Ezgî Şalci bû.      Şalci ku ji bo alîkariya Kobanê bike ji Samsûnê dabû ser rê, gava jiyana xwe ji dest da 19 salî bû. Şalci keça malbateke ji Ordûyê bû û li Samsunê beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûbû. Alî Îmran Başkaya û Alî Guneş behsa têkoşîna hevrêyên xwe Aydan Ezgî Şalci û Alîcan Vûral ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin.    ‘TIM RÛKEN BÛ'   Alî Îmran Başkaya anî ziman ku wî di salên zanîngehê de Şalciyê nas kiriye. Başkaya, bilêv kir ku yek ji taybetiyên herî diyar ên Şalciyê, tim rûken bûye û got: “Aydan dema pankart amade dikir, gava ew û polîsan diketin qirika hev jî tim dikeniya. Li Samsunê her kesî Aydanê nas dikir, her kesî pora wê ya sor nas dikir. Em li ku bûna her tim digot, 'Divê em ne li metbexa têkoşînê bin. Em bibin pêşengê wê.' Bi vî awayî jiya. Di hemû destwerdanên faşîstan de, her tim li pêş bû.”   JI SAMSÛNÊ BER BI KOBANÊ VE   Başkaya diyar kir ku beriya ku Şalci biçe Pirsûsê ji wî re qala kampanyaya avakirinê înşaetê kiriye û wiha got: “Min jî xwest ez biçim, lê çênebû. Dema min jê pirsî, 'Em dikarin di vê atmosfera şer a Kobanê de çi bikin' got,“Eger em nikaribin tiştekî bikin, em ê bi zarokan re biaxivin. Em dikarin li cem wan bin.' Ev hevok pir li xweşa min çû. Ji bo bi zarokan re biaxive dê ji Samsûnê biçûya Kobanê. Beriya biçe bi rojekê me hev dît. Ji min re got, 'dibe ku em hev nebînin' û ez hemêz kirim."    ‘ŞER GUR KIRIN'   Başkaya destnîşan kir ku Komkujiya Pirsûsê parçeyek ji pêvajoya şerî ya wê demê bûye û got: “Ji bo şer bi dawî bibe me hewl dida, lê ciwanan daxilî nava vî şerê qirêj kirin. Bi bombeyan bi ser me de hatin. Beriya Pirsûsê li Amedê teqînek pêk hat. Pişt re li hemberî Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê êrişeke bombeyî pêk hat. Ez jî li wir bûm. Belkî ez jî bimirama. Em ji bo em careke din li Enqereyê aştiyê bikin rojev em li hev civiyan. Ji ber vê yekê êriş pêk hat. Êrişa li Pirsûsê jî wekî ya li Enqereyê ji bo pêşîlêgirtina hewldanên ji bo bidawîanîna şer bû. Piştî vê pêvajoyê gav bi gav şer gurtir bû. Wan bi kuştina me şer gur kirin."   ‘PIRSÛS BÎRA ME YE'   Başkaya anî ziman ku li hemberî êrişên li dijî gelan bersiva herî mezin "hevgirtin" e û got: "Pirsûs divê neyê jibîrkirin, bîra me ye. Ji niha û pê ve jî divê em li dijî faşîzmê bi hev re bitêkoşin."    Alî Guneş ku bi gotina “Min û Ezgiyê me li qada çalakiyê hev nas kir. Me nikarîbû xwe bigihanda bi enerjiya wê" dest bi axaftina xwe kir got: "Di têkoşîna şoreşgerî de ji kesên herî samîmî yên min ew nas kir yek jê jî ew bû. Ezgî di organîzekirina qadên çalakiyê de jî gelekî baş bû. Kesayetiyeke wê ya ku di dema êrişan de em li hev kom dikirin û sewteke wê ya bilind hebû. Ew dengê wê yê bilind em dianîn ser hemdê xwe."   VÛRAL JÎ JI SAMSÛNÊ BERÊ XWE DA KOBANÊ   Guneş ku di heman demê de hevalê şehîdê Pirsûsê Alîcan Vûral, behsa bîranîneke xwe ya beriya komkujiyê kir: “Beriya ku em biçin Pirsûsê me çalakiyek li dar xistibû û êrîşeke faşîstan pêk hatibû. Alîcan hewl dida min bigire dema ku ez ber bi faşîstekî ve diçûm. Ez qelew bûm û yê wî jî qama wî kin bû. Nikaribû min zevt bike. Pişt re li ser Facebookê ji min re peyamek şand; “Heval Alî, min nikaribû te bigire. Careke din gava tiştekî wiha çêbû bila haya te ji min jî hebe.' Carekê jî gava ez, Alîcan û Ezgî li cihekî li cem hev rûniştin, Ezgî ji min re got, 'Di êrişeke din a faşîstan de ez ê bi we bigirim. Ma ne ez jî wekî Alî qelew im'."   Guneş bi lêv kir ku yek ji sedemên bingehîn ên Komkujiya Pirsûsê jî astengkirina hevdîtina gelên Rojava û gelên Tirkiyeyê ye û got: “Gelek şirîkên vê komkujiyê hene. Peyama ku dan me li Gara Enqereyê jî dan. Wê demê jî pêvajoyek wisa bû ku hindik mabû desthilat ji destê wan biçe. Ev jî nîşan dide ku şirîkekî van komkujiyan jî desthilata AKP'ê ye."     MA / Firat Can Arslan