Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye 2022-07-19 09:05:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kasim Seyda ku krîza li Iraqê ya di warê hikûmetê de nirxand, diyar kir ku PDK nakokiyên li herêmê kûrtir kiriye û got: "Li Iraqê sedema gelek qeyranan PDK ye." Di ser hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Iraqê re 9 meh derbas bûne, lê hê jî ne hikûmet hatiye avakirin ne jî serokkomar hatiye hilbijartin. Li gorî peymana nenivîsandî, li Iraqê Serokê Parlamentoyê ji sunniyan, serokkomar ji kurdan û serokwezîr jî ji şiiyan tê hilbijartin. Peymanek bi vî rengî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de jî heye. Li gor vê peymanê serokkomarê Iraqê ji aliyê YNK'ê ve û serokwezîrê Kurdistana Federe jî ji aliyê PDKê ve tê diyarkirin.   QEYRAN DIDOME   Piştî hilbijartinên 10'ê Cotmeha 2021'ê namzedê sunniyan Mihemed Helbûsî wekî Serokê Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin. Piştî hilbijartinên Serokatiya Meclîsê diviyabû Serokkomarê Iraqê bihata hilbijartin. Lê belê ji ber zextên Tirkiye, Îran û DYA’yê ji bo ku komên nêzî wa di siyaseta Iraqê de bibandor bin, serokkomar nehatiye hilbijartin.   Ji ber ku serokkomar nehatiye hilbijartin, partiyeke ku hikûmetê ava bike jî nehatiye peywirdarkirin. Tevgera Sedr ku ji 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê 73 kursî bi dest xistin, kir nekir nikaribû hikûmetê ava bike. Li ser vê yekê, bi banga Serokê Tevgera Sedrê Es Sadr ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Tirkiyeyê re tê naskirin, hemû parlementerên wê îstifaya xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kirin. Piştî qebûlkirina îstifayan, Çarçoveya Koordînasyona Şiiyan ku nêzî Îranê ye, ji bo avakirina hikûmetê dest bi xebatên koalîsyonê kir. Lê belê ji ber ku lihevkirinek çênebû, qeyrana li welêt hê jî nehatiye çareserkirin.   Rojnameger Kasim Seyda yê li Herêma Federal a Kurdistanê qeyrana li Iraqê ya di warê hikûmetê da nirxand.   ÇIMA NEBÛ SEROKKOMAR?   Seyda anî ziman ku ev demek dirêj e li Iraqê rewşek kaotîk heye û li dijî vê yekê hilbijartin hatiye kirin û got: “Lê belê piraniya dengdêran di vê hilbijartinê de neçûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de ji ber nakokiyên di navbera partiyan de serokomar nehat hilbijartin. Tevî hemû hewldanên Tevgera Sedrê jî ji hilbijartinên serokomariyê tu encam bi dest neketin. Bi taybetî jî PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe bi hemû hêza xwe hewl da ku serokê nû yê hilbijartî ne ji YNK'ê be. Ji ber wê jî hewl da bi hêzên iraqî re pêwendiyan deyne. Lê belê, hemû hewldanên di vî warî de bê encam man. Ji ber vê yekê heta niha hikûmet nehatiye avakirin. “Niha li herêmê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye û her ku diçe kûrtir dibe."    BERTEK DIDOMIN   Seyda bilêv kir ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li herêmê bi şirîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dizane û got: “PDK bi daxuyaniyan vê hevkariyê bi awayekî zelal radigihîne. Li hemberî vê helwesta PDK'ê bertekên gel girîng in. Di vê qonaxê de bertekek cidî heye, lê bertekên heyî têrê nakin. Zexta li ser gel roj bi roj zêde dibe. Baweriya gel ne tenê bi PDK’ê, bi hêzên din ên heyî jî nayê. Li dijî hikûmeta Iraqê û ya Başûr bertekên cidî hene û ev yek dem bi dem derdikeve holê. Di vê qonaxê de gel bertekên xwe bi devkî tîne zimên. Dibe ku di pêvajoyên pêş de bertekên cuda rû bidin.”   ZEXTÊN PDK'Ê   Seyda destnîşan kir ku hem desthilat hem jî muxalefet hêviyê nade gel û wiha pê de çû: “Partiyên muxalefetê, çi mezin çi biçûk, ku ji bo başkirina rewşa aborî û siyasî ya berê tevgeriyabûn, taliyê şibiyan partiyên desthilatdar. Nikarîbûn sînorê şirîkatiya bi hikûmetê re derbas bikin. Partiyên wekî Tevgera Azadî jî ji aliyê PDK'ê ve tên tepisandin. Rêxistinbûyîna li dor vê partîyê tê astengkirin. Gelek ciwanên ku nêzî partiyê bûn ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin girtin. PDK û pergala heyî zextê li partî û saziyên ku bi rastî rê li ber gelê xwe vedikin dikin."   ‘NAVENDA KRÎZÊ PDK YE'   Seyda îşaret bi wê yekê jî kir ku niha PDK dixwaze serweriya xwe li herêmê zêde bike û got: “PDK bi piştevaniya Tirkiyeyê peymana defakto xera kir û dixwaze serokkomarê Iraqê yek ji wan be. Ji bo ku xwe li herêmê bi hêz bike û herêmê bike bin kontrola xwe ev yek kir. Piştî têkiliyên xwe yên ku bi Tirkiyeyê re pêşxist biryareke wiha girt. Tevî gelek danûstandinên li gel hêzên iraqî, heta niha tu encam bi dest nexistiye. Di rastiyê de sedema gelek qeyranên li Iraqê PDK ye. Ji ber ku ew nakokî û nakokiyên di navbera hêzên li herêmê de kûrtir dike. Armanca sereke ya PDK'ê ew e ku di vê qonaxê de qada xwe ya serdestiyê ya li Iraqê û Başur berfirehtir bike. Bi vî awayî wê daxwazên Tirkiyeyê yên li herêmê pêk bîne. Lewma hewl dide dengên kesên li ber van pêkanînan radibin hemûyan jî bitepisîne."