Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê 2022-07-19 10:09:02   ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku bi qirkirina daristanan re tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin û wiha got: “Heke ev talan wiha bidome dê deverekê ku em bikarin lê bijîn nemîne. Heke ev qirkirina xwezayê bidome em ê bi 300 parêzeran biçin herêmê.”    Ev nêzî 2 sal in li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê cerdevan bênavber daran dibirin. Qirkirina di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên Bestayê berdewam dike. Darên tên birîn li TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên cuda.    Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê rojek berê dîmenên TIR û kamyonên ji daran barkirî weşandin. Lê belê rêxistinên hawirdorê di vê mijarê de hêj jî xwe li bêdengiyê datînin. Têkildarî mijarê Baroya Şirnexê ji Greenpeace xwest ku bikeve nava liv û tevgerê lê saziya navborî ji bo qirkirina xwezayê ya li herêmê bersiva “nakeve ber qada me ya pisporiyê” da.    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz têkildarî qirkirina xwezayê û hewldanên ji bo pêşîlêgirtina vê bi ajansa me re axivî.    LI GORÎ PROSEDURÊ TEVNAGERIN    Dîlsîz da zanîn ku ji destpêkê ve li dijî qirkirina xwezaya bajêr di nava hewldanan de ne û wiha domand: “Me baş dizanî ku bi salaye xwezaya herêma me tê tunekirin. Di encama xebatan de me derxist holê ku ev nêzî 2 sal in bi awayekî derqanûnî hawirdora me tê qirkirin. Me raporên vê amade kirin û ev xebat hîn berdewam dikin. Di dema xebatan de me xwe gihand agahiyên nû. Weke mînak; di mijara kanên madenan de li gorî tu qanûn û usûlan tevnegeriyane. Gelek mijarên bi vî rengî hene.”    SEDEM: EWLEKARÎ!   Bi domdarî Dîlsîz daxuyand ku bi kanên madenan re Rûbarê Nerdûşê tê qirêjîkirin û wiha pê de çû: “Bi dehan gundên herêmê li ser vî rûbarî ne. Li herêma me bi hinceta ‘ewlekariyê’ xweza tê qirkirin. Bi vê pêvajoyê re me jî bi Komîsyona Hawirdor û Bajêr re di vê mijarê de xebatên xwe zêdetir kirin. Di encama xebatan de derket holê ku bêyî li gorî prosûdurekî tevbigerin, qadên daristanan pêşkeşî nokerên xwe kirine. Em hîn bûn ku vê yekê di bin navê ‘ewlekariyê’ de dikin. Nahêlin em li wê herêmê çavdêriyan bikin. Li wir qirkirineke mezin a xwezayê tê kirin.”    WALÎTIYÊ DAXWAZA HEVDÎTINÊ RED KIR    Di berdewamê de Dîlsîz bal kişand ser gotinên xelkê herêmên dar lê tên birîn û ev agahî dan: “Cendirmeyan ji wan re gotiye; ‘Hûn herin darên li wê herêmê bibirin. Hûn dixwazin li wir bihêlin hûn dixwazin jî bibin bifiroşin. Em ê ji bo ewlekariyê wan daran bibirin.’ Dixwazin wan deveran bêdar bihêlin. Me di rapora xwe ya dawî de gotibû ku rojane 15 kamyon tên birîn. Lê di dîmenê dawî de derket holê ku rojane bi sedan kamyonên daran tên birîn. Vê yekê êdî bi mebesta rantê dikin. Di vê kêliyê de jî li wir dar tên birîn. Di vê mijarê de hemû serlêdanên me yên ji bo saziyên fermî hatin redkirin. Walîtiyê daxwaza me ya hevdîtinê red kir. Anku ji gel agahiyan vedişêrin.”    ‘ARMANCA WAN XALÎKIRINA HERÊMÊ YE’    Dîlsîz, destnîşan kir ku qirkirina xwezayê mijareke ser siyasetê re ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gundewarên Şirnexê û Çiyayê Cûdî jîngeh in û mirov dikare li wir hinek bêhna xwe bîne. Lê êdî ji vê taybetiya xwe derketine. Herêm ji mirovan tê xalîkirin. Cihekî ku em bêhnê lê bistînin namîne. Heke ev qirkirin wiha bidome dê jîngehên me tune bibin. Talûkeya bêmirovhiştina herêmê heye. Li dijî vê qirkirina xwezayê ya li herêmê bêdengiyek heye. Dema gotin; ‘ji ber ewlekariyê’, êdî hemû kes kor û kerr dibe. Divê saziyên navxweyî û navneteweyî mîna Çiyayên Qazê, li dijî vê qirkirinê jî bertek nîşan bidin. Divê parastvanên xwezayê jî heman hestiyariyê nîşan bidin. Lê mixabin di vê mijarê de bihestiyarî tevnegeriya. Heke ev qirkirina xwezayê bidome, em ê bi 300 parêzeran biçin herêmê. Li dijî vê qirkirinê me çendek plansazî amade kirine û dê di rojên pêş de têxin meriyetê.”    MA / Omer Akin