Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin 2022-07-19 10:32:51   AMED - Li gundên Comêreş û Goma Elîkan ên li çoltera Licê ya Amedê di navbera endamên HPG'ê û leşkeran de şer derket û 2 çawişên pispor hatin kuştin.    Li gundên Comêreş û Goma Elîkan ên li çoltera Licê ya Amedê di 17'ê tîrmehê de di navbera endamên HPG û leşkeran de şerê derketîbû heya serê sibê berdewam kiribû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 2 çawişên pispor hatine kuştin û çend leşker jî birîndar bûne. Çavkaniyên xwecihî anîn ziman ku gelek ambulans jî çûne herêma şer.