‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan! 2022-07-19 10:51:27   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê par “Mala Zanînê ya Alî Emîrî” dabû îhaleyê lê belê ji ber ku di dema xwe de nehat çêkirin niha bûye cihê tiryakkêşan.    Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de, par li Parka Koşuyoluyê kafeyek hilweşand û biryar da ku “Mala Zanînê ya Alî Emîrî” were avakirin. Cihê behsa xeberê di 9’ê hezîrana 2021’an de dan îhaleyê û îhaleya wê jî Kargeha Lîmeted a Înşaet Veguhestin Paqijî Geştyarî Pîşesazî û Bazirganiyê bi bedela 5 milyon û 257 hezar TL’an girt. Li gorî îhaleyê diviyabû di 16’ê hezîrana 2021’an de dest bi çêkirina wê bihata kirin û di 13’ê kanûna 2021’an de xelas bûbûya.    Bi ser dîroka ku diviyabû çêkirina wê biqediya re 7 meh derbas bûn lê ev cihê navborî hêj jî di halê înşaetê de ye. “Mala Zanînê ya Alî Emîrî” tevî alav û amûrên tê de terkî rizîbûnê hatiye kirin. Înşaeta behsê xeberê niha bûye cihê tiryakkêşan.    Çapemeniya alîgir piştî îhaleyê diyar kiribû ku dê ji vê “Mala Zanînê” 500 xwendekar sûd bigirin û reklama wê kiribû. Lê belê niha bûye cihê tiryakkêşan.