Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa 2022-07-19 13:18:48   MÊRDÎN - Welatiyên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê demên dirêj di dorê de dimînin bertek nîşanî vê yekê dan.    Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê welatî demên dirêj di dorê de disekinin ku biçin cem bijîşkan muayene bibin. Ev bendemayîna li nexweşxaneyê welatiyan tengezar dike. Welatiyan bertek nîşan dan ku ew gelek di dorê de dimînin û her ku diçe dor dirêj dibe. Welatiyan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bertekên xwe anîn ziman. Her ku dor dirêjtir bû welatiyên ku di dorê de disekinîn bi çepik û berzkirina dirûşman bertek nîşanî rewşê dan.    Welatiyên li di dorê de disekinîn dirûşma “Rêveberî îstîfa” berz kirin. Gelek xebatkarên tenduristiyê jî piştgirî dan welatiyan.    Odeya Bijîşkan a Mêrdînê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: "Nexweşan dest bi bertek nîşandana pergala tenduristiyê ya ku têkçûye dan. Berpirsyarê tundiya di qada tenduristiyê de hûn in. Vê pirsgirêkê çareser bikin."