HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin 2022-07-19 13:40:34   ENQERE – Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û dîmenên girtîgehê ji hêla ajansa me ve hatibûn parvekirin. Endama MYK’a HDP’ê Pero Dundar ev dîmen bir Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê, banga civîna lezgîn kir û xwest ku li Girtîgeha Aydinê lêkolîn bê kirin.    Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Mêrdînê Pero Dundar û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî nûçeya me ya bi ser navê “Li Aydinê mirina bi guman: Întîhare yan cînayet?” pêşnûmepirs da wezaretan. Dundar, bang li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê kir ku bi awayekî lezgîn bicive û biçe Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.    Dundar û Taşdemîr ên HDP’î bi mebesta ku Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:   “* Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Aydinê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Gardiyanan li Ekîncî xistin û pê li serê wî kirin û bi vî awayî birin odeya muşahedeyê. Gelo sedema vê çi ye?   * Gelo di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de têkildarî mirina bi guman a Yilmaz Ekîncî, kesên xemsarî û berpirsyariya wan tê de hene hatine tespîtkirin an na?    * Di dîmenan de xuya dibe ku gardiyan tundiyê dikin, îfadeyên şahid û malbatê hene. Gelo rêveberiya girtîgehê derheqê bûyerê de kirariyên îdarî û dadî dane destpêkirin an na?    * Dema Yilmaz Ekîncî ji qawîşê tê derxistin rastî lêdana gardiyanan tê. Gelo derheqê van dîmenan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke hatibe kirin, gelo derheqê çend gardiyanan de kirarî hatine destpêkirin?   * Sedema wê çi ye ku dîmenên mirin tê de çêbûye nadin malbatê?    * Gelo qeydên kamerayê yên derheqê girtiyê ku tê gotin ‘întîhar kiriye’ de hatine lêkolînkirin? Heke hatibin lêkolînkirin, gelo bûyer çawa qewimî ye?    * Midûrê girtîgehê piştî mirina Yilmaz Ekîncî ji malbata wî re got ku ‘derûniya wî xerab bû.’ Gelo di vê mijarê de di destê wî de raporeke tenduristiyê heye yan na? Heke nebe, sedema wê çi ye ku piştî mirineke bi guman gotineke wiha dike?   * Ji bo nixûmandina mirineke bi guman a girtiyekî,  gelo ma sûc nîne ku derheqê mafên wî yên tenduristî û şexsî de îdiayên wiha tên kirin?    * Di dema desthilatdariya AKP’ê de li girtîgehan çend girtiyan di bin navê ‘întîhar kiriye’ de jiyana xwe ji dest dane? Gelo derheqê van bûyeran de çend lêpirsîn hatine destpêkirin? Encamên çend ji van lêpirsînan diyar bûne?   * Sedema wê çi ye ku tevahiya dîmenan ji malbata Yilmaz Ekîncî re nehatine şandin?    * Derheqê peywirdarên xemsar tevgeriyan û tiliya wan di bûyerê de heye kirariyek hatiye destpêkirin an na? Heke hebe di kîjan astê de ye?   * Di mijara alava întîharê ya Ekîncî de gotinên dozgerî û rêveberiya girtîgehê hev nagirin. Gelo mirov dikare bibêje ku Ekîncî întîhar kiriye?    * Gelo ma pêkane ku kesekê bejna wî mîtroyek û 70 santîm û hinek bi kelex xwe bi benên solê xwe bixeniqîne?    * Tê gotin ku pal dane Ekîncî û wisa xistine odeya muşahedeyê û di vê navberê de stûyê wî şikestiye û jiyana xwe ji dest daye. Gelo ev îdia rast e yan na?”    DENGÊ LÊDANÊ JI ODEYA MUŞAHEDEYÊ HAT    Di serlêdana xwe ya ji bo ÎHÎK’ê de jî Dundar wiha got: “Yilmaz Ekîncî di saetên nîvro yên 12’ê çileyê de bi sedema ku li qawîşa C-6’ê cih nîne, bang li gardiyanan kir ku derbasî qawîşeke din bibe. Li ser vê bangê jî gelek gardiyan hatine, li Ekîncî xistin û bi darê zorê birin odeya muşahedeyê. Girtiyekê din ê di vê navberê de li odeya muşahedeyê da zanîn ku dengên lêdanê ji beşa Ekîncî lê dima hatiye.    Ekîncî di 13’ê çileyê saet derdora nîvro de dîsa birin qawîşa C-6’ê. Girtiyên li wê qawîşê gotin ku li ser stû, mil û pişta Ekîncî şopên derbkirinê hebûn û gelek deverên wî werimî bûn. Piştî ku Ekîncî dîsa daxwaza xwe ya guherandina qawîşê anî ziman, gardiyanan ew dîsa birin odeya muşahedeyê. Demekî kin piştre jî hat gotin ku Ekîncî întîhar kiriye û bangî komên tenduristiyê hat kirin.    Di dîmenan de xuya bû ku beriya bibin odeya muşahedeyê, benên sola wî û toqaya pora wî hatine standin û rastî lêgerînê hatiye. Rêveberiya girtîgehê ji malbata Ekîncî re got; ‘derûniya girtî xerab bû û xwe bi bincilên xwe xeniqandiye.’ Lê belê hem malbata wî û hem jî hevalên wî yên qawîşê gotin ku nexweşiyeke derûnî ya Ekîncî tune bû û hewlekî wî ya ji bo întîharê tune bû. Dozgeriyê jî ji malbatê re got ku Ekîncî xwe bi benên sola xwe xeniqandiye.    DIVÊ ÎHÎK ZÛ BICIVE   Dozgeriyê dîmenên girtîgehê yên bi dîrokên 12-13’ê çileyê dan malbata Ekîncî lê kêliyên mirinê û yên di qawîşê de xuya nakin. Li ser daxwaza malbatê jî dozgeriyê got ku ew dîmen tune ne. Pir vekiriye ku dîmen hatine qutkirin û kêm in. Piştî mirina bi guman jî girtiyekî ji qawîşa C-6’ê ji malbata Ekîncî re nameyek şand û got; ‘Dema Yilmaz birin odeya muşahedeyê lê xistin, stûyê wî şikandin, xwîn ji devê wî hat û di vê navberê de jiyana xwe ji dest da.’ Di vê çarçoveyê de banga me ew e ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê têkildarî mirina bi guman a Yilmaz Ekîncî ya li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê bi awayekî lezgîn bicive, rewşa heyî lêkolîn bike û Komîsyona Jêr a Girtî û Hikûmxwaran jî di zûtirin demê de ji bo lêkolînê biçe Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.”