ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn 2022-07-19 14:44:37     NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê diyar kir ku girtî bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû dimînin û xwest dawî li van sepanan were anîn.    Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Wan, Îzmîr, Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan civînên hemwext li dar xistin û daxuyaniyên hevpar dan. Şaxên ÎHD’ê li avahiyên xwe bi tevlibûna rêveberên xwe civînan li dar xistin.    Di daxuyaniya ÎHD’ê ya hevpar da hat destnîşankirin ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bi lêgerîna tazî, mudaxileyên fizîkî, jimartina ser pêya, lêdan, heqaret, tecrîda girankirî, di ode û hucreyên yek kesî de hiştin, sûdwernegirtina mafên civakî û gelek sepanên mîna van re rûbirû dimînin û girtî bi sepanên îşkence û muameleya xerab ku xesarê dide fizîk û derûniya wan re rûbirû dimînin.   TECRÎD TÊ SEPANDIN    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sepanên tecrîdê di dewrê de ne û li Girtîgehên Tîpa S’yê tecrîd hatiye girankirin û ev sepana tecrîdê rê li ber pirsgirêkên tenduristiya girtiyan vedike.    MIRINÊN BI GUMAN    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 2021’ê de 52 girtiyan û ji serê sala 2022’yan vir ve jî 35 girtiyan li girtîgehên cuda jiyana xwe ji dest dane û gelek ji van girtiyan bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane.    DAXWAZNAME BÊBERSIV DIMÎNIN    Di daxuyaniyê de hat gotin ku girtî derbarê binpêkirinên mafan de ku daxwaznameyan didin rêveberiyên girtîgehan li serê tu karûbarek nayê kirin û daxwaz, serlêdan û daxwaznameyên girtiyan bêbersiv dimînin.    POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çi serlêdanên ji bo dawî anîna îşkneceya li ser girtiyan ji bo îktidarê û darazê hatibin kirin, ser hemûyan hatiye nixûmandin û ji ber ku lêpirsînek bi bandor nayê kirin polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin.    HAT XWESTIN ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE    Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest dawî li îşkence û muameleya xerab a li ser girtiyan were anîn û derbarê wezîfedarên ku îşkenceyê û muameleya xerab dikin de jî lêpirsîn bên destpêkirin û dest ji polîtîkaya bêcezahiştinê bê berdan.