Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz 2022-07-19 15:09:17     ÎZMÎR - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de hat diyarkirin ku di doza Denîz Poyraz de helwesta ku kujer Onur Gencer nîşan dide, hêza xwe ji dewletê digire.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkrin di roja 87’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Karşiyaka û Foça desatek dan malbatan.    Hevseroka Rêxistina HDP’a Foçayê Mukaddes Işik di çalakiyê de axivî û got: “Bi mehane ev lêgerîna edaletê didome. Em bi mafdariya malbatên xwe bawerin. Em ê heta dawiyê li dijî zilmê li ber xwe bidin.”    KRÎZ MEZINTIR DIBE    Hevserokê Rêxistina HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz jî xwest ku rayedar ji bo girtiyan çareseriyek peyda bikin û heke çareserî neyê peydekirin dê krîza edaletê kûrtir û mezintir bibe.    XWEST TAVILÊ EDALET BICIH WERE    Hanim Sever a di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digire jî anî ziman ku ew nikarin pêwendiyê li cem zarokên xwe deynin û bang li Wezîrê Dadê kir ku dawî li îşkence û zextan bîne û ew dixwazin demildest edalet bicih were.    DOZA DENÎZ POYRAZ    Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bal kişand ser doza keça xwe ku duh li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin û got: “Kujer Onur Gencer di dozê de jî gefan dixwe. Bersiva tu pirsan neda. Nexwest bersiv bide û hêza li pişt xwe bide dest. Ji kesek hesab bide bêtir wek hesab bixwaze tevdigeriya. Heke dewletê destê xwe li pişta wî neda, ew ê jî wisa tevnegeriya. Me li dijî kujeran serî netewand, em ê netewînin jî. Ez ji bo girtiyan û keça xwe edaletê dixwazim.”