Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin 2022-07-19 15:54:56   RIHA - Derbarê Emîne Şenyaşar ku 498 roj in Nobeda Edaletê digire de ji xala 301’emîn a TCK’ê ku heta du salan cezayê hefsê jê re tê xwestin, doz hat vekirin.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 498’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber xweşînên lê peyda bûne tev li çalakiyê nebû û Ferît Şenyaşar nobeda îro domand.      KESK’Ê SERDANA MALBATÊ KIR    Endamên Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana Malbata Şenyaşar kirin. Hevserokê Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Zulkuf Guneş di serdanê de axivî û qetlîama bi serê malbatê de hat bi bîr xist û got tevî ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî tu encamek dadmendî nehatiye bidestxistin û xwest daxwaza edaletê malbatê bicih were anîn.    ‘DOZGER DÊ BIÇIN BETLANEYÊ’    Ferît Şenyaşar jî axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê didome û got: “Qetlîmake hovane li holê heye. Sûcê mirovahî hat kirin. Ji ber ku yên vî sûcî kirine mebûsê partiya îktidarê ye û alîgirên wan in daraz tu tiştekî nake. Çar sal deras bûn hê jî biryara veşarî li ser dosyeyê ye. Hê jî îdianemeyek li holê nîne. Sibê dê betlaneya dadî dest pê bike. Dozgerên ku îmzeya wan di bin vê zilmê de heye dê sibê biçin betlanê. Lêbelê heta ku edalet were temînkirin, em ê ji ber edliyeyê neçin. Em ê bi ser bikevin, çimkî em mafdar in.”    Di serdanê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û pişt re serdan bi dawî bû.    DOZEK NÛ LI EMÎNE ŞENYAŞAR HAT VEKIRIN    Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 5’emîn hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo dikaribe derbarê Şenyaşar de dozê veke, ewilî ji bo ku pêwistiya xala 301/4’an a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) bicih bîne ji Wezareta Dadê destûrê xwest. Wezaretê destûr da û Serdozgeriyê îdianame amade kir û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Asliyeyê kir. Dadgehê îdianame qebûl kir û bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar di axaftina xwe ya 21’ê nîsana 2021’ê de “Miletê Tirk, Dewleta Tirk, Meclisa Tirkiyeyê, Hikumeta Tirkiyeyê û organên daraza Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz vekir û li gorî xala 301/1 a TCK’ê heta 2 salan ceza ji Şenyaşar re tê xwestin.    Tê payîn ku di hefteyên pêşiya me de danişîna dozê bê lidarxistin û ev bû doza 5’emîn li Şenyaşar tê vekirin. Heta niha ji 16 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de 5 jê veguherîne dozê.    HEQARETÊ JI QETLÎAMÊ MEZINTIR DIBÎNIN    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî doza hatiye vekirin da û bi etîketa “Ji qurbaniyên Pirsûsê re edalet” vê peyamê parve kir: “Li Rihayê heqaret ji qetlîamê sûcek mezintir tê dîtin. Li nexweşxaneyê qetlîamek çêbûye, 4 sal in biryara veşarî didome. Ev doza 5’emîn e li dayê tê vekirin. Gelê Rihayê şahide vê zilmê ye.”