ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin 2022-07-19 16:04:50   STENBOL - ESP’ê bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da û wiha got: “Erka ewil ew e ku em bi hev re vê şoreşê biparêzin.”    Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şoreşa Rojava, li dijî dagirkeriya emperyal û şerên navxweyî yên paşverû, xwe weke eniya sêyemîn birêxistin kiriye û çalakî û destkeftiya azadiyê ya gelan e. Bi domdarî hat gotin ku Şoreşa Rojava li dij mêtingeriyê ye, azadiya jinê esas digire û li dijî polîtîkayên emperyalîst ên kedxwarî, şer û hilweşînê li ser gelên herêm û cîhanê ferz dike jî navenda jiyaneke azad, adilane û wekhev e. ESP’ê, diyar kir ku Şoreşa Rojava di tarîtiya Rojhilata Navîn de pêşengtiya gelan dike.    Bi domdarî ESP’ê da zanîn ku dewletên emperyal êrişî destkeftiyên Şoreşa Rojava dikin û ev tişt parve kirin: “Pevçûn û rageşiya di navbera hêzên emperyal de weke êrişên dagirkeriyê bandorê li ser Rojava dikin. Pêşengiya polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê jî Tirkiye bi destê çeteyan dike. AKP-MHP niha amadekariya êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Gelên ku di meclisên Rojava de li ser bingeha wekheviyê xwe birêxistin kirine, jinên ku hêza wekhev a jiyan û şer, bindestên bi rêya parastina cewherî hebûna xwe didomînin, bi saya bedelên dayîn destkeftinên xwe parastin. Bi saya têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Esad, barbariya DAIŞ’ê û dagirkerî û mêtingeriya Tirkiyeyê pêş ket. Şoreşa me ya Rojava ku piştî bedelên giran xwe gihand sala 10’an, xwedî wan derfetan e ku pêş bikeve. Ji bo vê jî erka me ya sereke ew e ku em bi hev re şoreşê biparêzin.    Divê em li dijî hişmendiya şer a AKP-MHP’ê, kolanan, febrîqeyan û hemû qadan veguherînin qadên berxwedanê. Em di şexsê nemiran de salvegera 10’an a Şoreşa Rojava silav dikin. Em careke din dibêjin ku li dijî hemû dagirker  û mêtingeran em ê şoreşa xwe bi bedena xwe, bi çalakiyên xwe biparêzin.”