Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin 2022-07-19 16:53:04   WAN - Ceneazeyên 3 endamên HPG’ê ku tê gotin li çoltera navçeya Şaxê jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan hatin kirin.   Cenazeyên 3 endamên HPG’ê Bahtiyar Kirdak (Çekdar), Osman Yildirimçakar (Argeş) û Şehmiran Karahan (Jiyan Eruh Mîran) kut ê gotin di şerê çoltera navbera navçeyên Şax û Payîzava yên Wanê de di 6’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan beriya niha bi demekê nimûneya DNA’yê dabû Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Di encama lihevhatina DNA’yê de cenaze radestî malbatan hatin kirin.    Cenaze ji Saziya Tiba Edlî hatin girtin. Cenazeyê Bahtiyar Kirdak dê li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, cenazeye Osman Yildirimçakar li navçeya Qelqeliya Wanê di dorpêça polîsan de hatin veşartin. Polîsan ji xeynî ferdên malbatan nehiştin tu kes tev li merasîma cenazeyan bibe.    Cenazeyê Şehmiran Karahan jî dê li Mêrsînê bê veşartin. Malbatê cenaze ber bi Mêrsînê ve derxist rê.