ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022 2022-07-20 09:00:16 * Hevşaredarê HDP'ê yê Licê yê ji wezîfeyê hat girtin Tarik Mercan diyar kir ku qeyûmê tayinî şaredarîyê hatiye kirin erse û kargehên aydê şaredariyê firotine, hemû îhale dane şîrketên Xarpêtîyan û kesê ku ji Enqereyê aniye jî bi bêusûlî kiriye cîgirê şaredar.   * Rojnameger Şerwan Mehmûd bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Gel xwedî li şoreşê derdikeve. Hay jê heye ku wê li hemberî êrişên muhtemel xwed helwesteke çawa be. Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike."   * Di sala 2013'an de heyetek pêvajoya vekişîna HPG'iyan şopandibû. 9 siyasetmedar bi hinceta di nava vê heyetê de bûne ketibûn ber lêpirsînê. Di îdianameya derbarê wan de hat amadekirin de tekane "sûc" wêneyek e ku di vî wêneyî de endamên heyetê û HPG'î hene.    * Jinên ku di serdema nû de di Meclisa Partiyê ya HDP'ê de peywir girtin diyar kirin ku ew ê wekî Meclisa Jinan têkoşînê bilindtir bikin.   * Li Girtîgeha Amedê girtî Hamza Yildiz ji ber ku ferzkirina "kurd ne însan in" qebûl nekiriye, înfaza wî hatiye şewitandin.    * Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Çavderiya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray anî ziman ku li Tikiyeyê dijminatiya li hemberî koçberan her diçe zedê dibe û wiha got: “Nijadperestiya partiyên muxalif a li dijî koçberan, dibe sedema dijminatiyê li bara civakê û ji ber vê zilmx û zextên li ser koçberan zêde dibin.”   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 499'êmîn de berdewam dike.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda gişti ya partiya xwe de daxuyaniya çapameniyên li dar bixe. (11.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan daye destpêkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike.(11.00-16.00)   * 33 rêwiyên xewnan ên 7 sal berê li Pirsûsê hatine qetilkirin dê li cihê ku hatibûn qetilkirin bên bibîranîn. Têkildarî komkujiyê dê li gelek bajaran çalakiyên biranînê bên lidarxisin. (11.50-19.00)