Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye 2022-07-20 09:04:54   WAN - Di sala 2013'an de şandeyekê pêvajoya vekişîna HPG'iyan şopandibû. 9 siyasetmedar bi hinceta di nava vê heyetê de bûne ketibûn ber lêpirsînê. Di îdianameya der barê wan de hat amadekirin de tekane "sûc" wêneyek e ku di vî wêneyî de endamên heyetê û HPG'î hene.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de, 17 kesên ku di sala 2013'an de di nava heyeta ku pêvajoya vekişîna HPG'iyan dişopandin de bûn hatibûn binçavkirin û ji van kesan 9 jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Navçeya Îpekyoluyê Behîce Abî, rêvebirê HDP'ê yê Wanê Omer Işik, rêvebirê HDP'ê Salîh Îpek, Harûn Okay, Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku ji ber KHK'ê mazbataya wî nehatibû dayîn, rêvebirê HDP'ê yê berê Atilla Kûmlî, rêveberê MAZLUM-DER'ê yê berê Yakûp Aslan û Evîn Keskîn û Abdulkerîm Bayît de çêkir ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.   Serdozgeriyê ku îdia kiriye ku kesên hatine girtin bi fermana rêxistinê Komîsyona Şopandinê ava kirine, ÎHD, Mazlum-Der, KESK, TTB, TMMOB, TUYAD-DER, Goç-Der, Meclîsa Aştiyê, Kongreya Demokratîk a Gelan, DÎSK, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, Însan-Der, Kurdi-Der û VAN-DER'ê jî ku yên hatine girtin endamên van komeleyan e, wekî "komelên li dijî ewlehiya neteweyî" îlan kirine.   Di îdianameyê de banga Komîsyona Şopandinê ya ji bo bicihanîna divêtiya pêvajoyê jî sûc hatiye hesibandin.    Dozgeriyê di îdianameyê de wêneyê 9 kesan ên di sala 2013'an dema pêvajoya çareseriyê de ku li gundekî leqayî HPG'iyan hatine û bi wan re wêne girtine, sûc hesibandiye. Dozgeriyê bi vî wêneyî her 9 kes bi "endamtiya rêxistinê" twanbar kiriye.    Danişîna ewil a 9 kesên girtî dê di 20'ê Îlonê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin.    MA / Adnan Bîlen