‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’ 2022-07-20 09:08:01   AMED - Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Çavderiya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray anî ziman ku li Tikiyeyê dijminatiya li hemberî koçberan her diçe zedê dibe û wiha got: “Nijadperestiya partiyên muxalif a li dijî koçberan, dibe sedema dijminatiyê li bara civakê û ji ber vê zilm û zextên li ser koçberan zêde dibin.”   Kesên ji ber şerên li welatê xwe ji bêgavî koçî welatine din dikin, li wan deran bi tahdeyê re rû bi rû dimînin. Ji welatên ku koçber lê bi tahde û êrişên nijadperestî re rû bi rû dimînin yek jê jî Tirkiye ye. Li aliyekî desthilata AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe koçberan bi kar tînê li aliyê din jî partiyên muxalif bi siyaseteke nîjadperest koçberan dikin hedef. Ji ber vê yekê jî koçber bi êrişên nijadperestî re rû bi rû dimînin. Herî dawî hin afxanên ku xwestibûn derbasî Tirkiyeyê bibin, wesayîta wan li Wanê ji aliyê eskerên Tirkiyeyê ve hatibû gulebarankirin û di vê gulebaranê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn.    Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Çavderiya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray mijara navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘SEDEMA KOÇBERIYE PERGALA KAPÎTALIST E’   Veysel Moray destnîşan kir ku ya ku dibe sedema koçberîye pergala kapîtalîzmê ye û got, pergala kapîtalîzmê ji bo hebûna xwe biparezê her tim di navbera dewletan de şer derdixe û ew şer jî bandora xwe li ser civakê dike. Moray bi lêv kir ku ji ber şer gelek kes ji bêgavî ji warê xwe koç dike û wiha got: “Kesên ku ji welatê xwe derketine û koçberî axek din kirine rastî heqaret, biçûkxistin û zilmê tên. Dewletên ku koçberan digrin welatê xwe jî, li ser koçberan politîkayan ava dikin û wan li gorî berjewendiyên xwe bi kedeke erzan bi kar tînin.”   ‘NÎJADPERESTIYA PARTIYÊN MUXALÎF A LI DIJÎ PENABERAN’   Moray bal kişand ser rewşa penaberên li Tirkiyeyê jî û diyar kir ku desthilata AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe penaberan bi kar tîne û got, partiyên muxalif jî ji desthilata AKP'ê bêhtir nijadperestiyê dikin li hemberî koçberan. Moray li ser mijara ku nijadperestiya partiyên muxalif ku bê çawa bandorê li civakê dike jî sekinî û got: “Partiyên muxalif ku divê li hemberî desthilata AKP'ê li ser krîza civakî, siyasî û aborî tevbigere, lê dema em li gotinên wan dinerin, em dibînin ku bi nijadperestî dibêjin, 'Wekî ku hatine ne, em ê wan xirabtir bişînin.’ Ev gotin jî bandorê li ser civakê dike. Di nav civakê de dijmintiya li hemberî koçberan ji ber vê pir pêş ketiye. Ne tenê li ser civakê jî di nav hezên dewletê yên lêşkerî de jî her wiha wisa. Herî dawî zarokek û 2 kes li Wanê ji aliyê hezên dewletê ve hatin qetilkirin. Lê dema meriv daxuyaniya ku walî derbarê vê qetlîamê de daye dinêre, wekî ku vê qetlîamê rewa bike. Ev jî dibe sedem ku êrişên li dijî koçberan zêdetir bibin. Sedema nîjadperestiya partiyên muxalif jî berjewendiya ji bo desthlatdariyê yê.”   Di dawiya axaftina xwe de Moray anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî de mafê koçberan hatiye diyar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê koçberan ê kar, perwerdehî, tendûristî û bicihbûyinê bi qasî kesên li vî welatî dijîn heye. Ji bo ku ew mafê penaberan bi cih were divê komele, saziyên sivîl, saziyên hiqûqê bi hev re xebatan bimeşînin û her tim çavdêriya mafên tên binpêkirin bikin. Heta ku ew mafê penaberan neyê cih divê dev jî van xebatan bernedin.”   MA/Mahmût Altintaş