Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’ 2022-07-20 10:57:34   ENQERE - AYM’ê vekirina doza derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş de weke “binpêkirina maf” qebûl kir.    Bi hinceta ku di sala 2011’an de di çalakiyekê de ji bo PKK’ê dirûşm hatine berzkirin, derheqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de doz hatibû vekirin. Dadgeha Makeqanûnê (AYM) vekirina dozê ya derheqê Demîrtaş de weke “binpêkirina maf” nirxand û biryar da ku ji Demîrtaş re 13 hezar û 500 TL tazmînat were dayîn.    Di biryarê de hat destnîşankirin ku beşdarbûna kesekî ya di civînekê de, raste rast wî kesî nake rêveberê civînê û nayê wê wateyê ku tev li çalakiyên derqanûnî yên beşdarên din dibe. Her wiha dadgehê got ku serlêder dema di civînê de, hinek kesên din dirûşm berz kirine û alayên rêxistinê vekirine lê belê ev nayê wê wateyê ku serlêder bi xwe ev çalakî kirine. Di çarçoveya vê sedemê de jî vekirina dozê weke “binpêkirina maf” nirxand.