Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn 2022-07-20 15:27:57   NAVENDA NÛÇEYAN - 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatine qetilkirin, li bajarên ku gorên wan lê ne hatin bibîranîn. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de bedşaran bal kişandin ser têkoşîna qurbaniyan û daxwaza edaletê kirin.    Di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li Pirsûs a Rihayê bi bombeyan êrişî ciwanan kir û 33 ciwan hatin qetilkirin. Ciwanên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di 7’emîn salvegera komkujiyê de li gelek bajaran çalakî, xwepêşandan û daxuyaniyên nivîskî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku doza komkujiyê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê tê dîtin û di dosyayê de tenê Yakûp Şahîn girtî ye û bi vê yekê re faîl tên parastin.    STENBOL   Li goristanên Kurtkoy, Gazî, Karlitepe, Kuçukyali, Şeyhlî û Karacaahmetê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Rêxistina HDP’a Umraniyê, MYK’a ESP’ê, Halk Evlerî, endamên SGDF’ê Koleketîfa Femînîst a Zanîngehê, endamên malbatên di komkujiyê de hatine qetilkirin û gelek kes beşdarî bîranînan bûn. Di bîranînan de dirûşma “Dê hesaba Pirsûsê were pirsîn” hate berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn ser goran.    Hevjînê Nazegul Boyraz ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Bayram Boyraz di merasîma li Goristana Kuçukyali ya Maltepeyê li ser gora hevjîna xwe axivî û qala zehmetiyên di dema têkoşîna edaletê de kir. Boyraz, anî ziman ku çi dibe bila bibe dê li hemberî dîktator serî netewînin û her tim xwedî li nirxên 33 ciwanên hatine qetilkirin derkevin.    Di heman çarçoveyê de li Samsûnê jî merasîma bîranînê hat lidarxistin.    AMED    Ji bo Veysel Ozdemîr ê li Goristana Yenîkoy a Amedê hatiye veşartin jî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, SGDF, MEBYA-DER, TUAY-DER û parlamenter Dêrsim Dag tev li merasîmê bûn.    Di heman demê de îro rojbûna Ozdemîr bû. Lewma li goristanê paste hat birîn û rojbûna Ozdemîr hat pîrozkirin. Parlamenter Dag li vir axaftineke kin kir û got ku li pişt komkujiyê hêzên cuda hene. Dag, diyar kir ku bi vê komkujiyê xwestin peyamekî bidin kurdan û wiha got: “Lê belê ji bo 33 ciwanan jî mizgîniya me ew e ku Kobanê neket. Em soz didin şehîdên Pirsûsê ku dê heta dawiyê Kobanê biparêzin.”    ŞIRNEX    Li Goristana Asrî ya Cizîr a Şirnexê jî ji bo Hogir (Ugur) Ozkan merasîm hat lidarxistin. Xwîşka Ozkan, Hatîce Ozkan, endam û rêveberên MEBYA-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.    Parlamenter Kaçmaz di merasîmê de axivî û got ku xeyalên şehîdên Pirsûsê nîvco nemane û dê xwedî li hêviyên wan derkevin. Hatîce Ozkan jî diyar kir ku şehîdên Pirsûsê ji bo ku bibin hêviya zarokan ketibûn rê lê hatin qetilkirin. Ozkan, xwest ku êdî kesek neyê kuştin.    Merasîma bîranînê bi duayan bi dawî bû.    WAN    Rêxistinên girseyî yên demokratîk ku bi pêşengtiya HDP û DBP’ê hatin ba hev, ji bo bîranîna 33 ciwanên li Pirsûsê hatine qetilkirin merasîma bîranînê li dar xist. Merasîm li Goristana Karşiyakayê li ser gora Yûnûs Emre Şen hate lidarxistin. Di merasîmê de aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên DBP û HDP’ê yên bajêr û navçeyan, parlamenter Muazzez Orhan, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û gelek welatî amade bûn.    Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Parlamenter Muazzez Orhan di merasîmê de axivî û anî ziman ku dê bi tu awayî xeyalên wan ciwanan nîvco nehêlin û dê pêk bînin. Orhan, destnîşan kir ku dê ji kiryar û berpirsyarên komkujiyê hesab bipirsin.    Merasîma bîranînê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.    COLEMÊRG   Mamosteyê inglîzî Suleyman Aksu ku di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin jî li Goristana Taxa Ormanê ya Gever a Colemêrgê li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan, parêzerên şaxên OHD’ê yên Colemêrg û Enqereyê, endamên Şaxa KESK’ê ya Colemêrgê, hevserokên Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.    Goristan beriya bîranînê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Parlamenter Saît Dede di bîranînê de got ku ew soz didin ku dê xwedî li têkoşîna Aksu û ciwanên din derkevin. Dayika Aksu, Kudret Aksu jî da zanîn ku ev 7 sal in li edaletê digerin  û dê heta dawiyê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.    STENBOL    Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkiliya kesên komkujî pêk anîn a bi dewletê re û wiha hat gotin: “Xizmê faîlê Komkujiya Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz, di Komkujiya 10’ê Cotmehê de cih girt. Yûnûs Durmaz, Halîl Îbrahîm Durgun, Yakup Şahîn û yek ji berpirsyarên DAIŞ’ê Denîz Buyukçelebî û emîrê DAIŞ’ê Îlhamî Balî hatibûn nîşandan. Alagoz, Durmaz û Durgun najîn û tê îdiakirin ku Buyukçelebî û Bali li Sûriyeyê dijîn. Di dosyayê de tê gotin ku tenê dê Yakûp Şahîn bê darizandin. Di îdianameyê de qet cih nedane têkiliya van kesan a bi dewletê re.”    ÎHD’ê da zanîn ku dema li geşedanên di dozê de dinihêrin, dibînin ku berpirsyartiyeke mezin a dewletê di komkujiyê de heye û heta niha di doza komkujiyê de tu pêşketinek çênebûye. ÎHD’ê, daxuyand ku ji peywirdar û xebatkarên emniyetê yên berpirsyartiya wan di komkujiyê de heye re tenê cezayê pereyan hatiye birîn û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dê 3’yemîn danişîna dozê ku ji hêla bersûcên fîrarî ve didome, dê di 5’ê kanûna 2022’yan de were dîtin. Heta ku hemû sûcdar tên cezakirin û edalet pêk tê jî em ê vê dozê ji nêz ve bişopînin. Em ê Komkujiya Pirsûsê û 33 rêwiyên hêviyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”