Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin 2022-07-20 15:51:51   DENÎZLÎ - Malbateke kurd a li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamukkaleyê dijiya, rastî êrişa nîjadperestan hat. Di dema êrişê de kesekî ev gef li malbatê xwar: “Çi karê kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim.”    Malbateke kurd a li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamukkale ya Denîzliyê dijiya, rastî êrişa kesên nîjadperest hat. Li gorî agahiyan; kesê bi navê Hasan Akin serê sibehê saet di 07.30’an de hate ber deriyê malbateke kurd û êriş kir. Êrişkarê ku di destê wî de das hebû qêriya û got: “Çi karê kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim.” Êrişkarê ku çêr û heqaret li malbatê kir, piştre jî paceyên malbatê şikand.    Li ser vê yekê endamên malbatê li polîsan geriyan. Hat zanîn ku di vê navberê de êrişkar Akin bangî du hevalên xwe yên din jî kir û di dest de das, hewl dan deriyê malê bişikînin û bikevin hundir.    ENDAMÊN MALBATÊ HATIN DERBKIRIN   Bi hatina polîsan re endamên malbatê bertek nîşanî êrişkar dan. Polîsan bi bombeyên xazê êrişî malbatê kir û 2 jin derb kirin. Polîsan 3 êrişkar û 3 endamên malbatê binçav kirin. Endamên malbatê di nezaretxaneyê de û êrişkar jî li baxçeyê emniyetê hatin sekinandin.    ÊRIŞA NÎJADPEREST DERBASÎ GIRTEKAN NEKIRIN    Demek piştre îfadeyên endamên malbatê hatin girtin. Malbatê da zanîn ku ji ber kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine û dîmenên vê êrişê jî di destê wan de hene. Di vê navberê de polîsan ji endamên malbatê re got; “kurdîniyê têkilî vê meseleyê nekin, çi eleqeya wê heye.” Polîsan, îfadeyên endamên malbatê ku digotin ji ber kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine derbasî girtekan nekirin.    Piştî kar û barên îfadeyê jî hem endamên malbata rastî êrişê hatî û hem jî êrişkar hatin berdan.    ŞÊNIYÊN TAXÊ NAXWAZIN   Endamên malbatê ku par ji Manîsayê derbasî Denîzliyê bûne û nexwestin ji ber ewlehiyê navên xwe aşkera bikin, diyar kirin ku ji ber kurdbûna wan şêniyên taxê wan li wê derê naxwazin û her tim rastî zextan tên. Malbatê, da zanîn ku ew êrişkaran nas nakin û beriya niha jî rastî êrişeke wiha nehatine.    DESTWERDAN NEKIRIN    Di dîmenên ku malbatê kişandine de jî tê dîtin ku di destê êrişkar de das heye û çêran dike. Her wiha tê dîtin ku derî û paceyan dişikîne. Dema êrişkar çêr û êrişê dike jî gelek kes ji wê herêmê re derbas dibin lê kesek dengê xwe jê re nake.