Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir 2022-07-20 16:19:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî bi Fermandarê CENTCOM’ê Michael Corella re hevdîtin kir. Di hevdîtinê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û gefên Tirkiyeyê hatin nirxandin.    Fermandarê CENTCOM a DYA’yê Michael Corella û şandeya pê re bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya HSD’ê, di hevdîtinê de operasyonên leşkerî û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatin nirxandin.    Di heman demê de aliyan têkildarî talûkeya ji ber Kampa Holê û girtîgehên ku endamên DAIŞ’ê tê de tên ragirtin bi xwe re tîne jî axivîn û gotin ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê di qada herêmî û ya navneteweyî de hewldan bên kirin.    Hat zanîn ku Ebdî di hevdîtinê de bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê.    Michael Corella jî da zanîn ku saziyên leşkerî yên DYA’yê li dijî êrişên îxtîmalî yên Tirkiyeyê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.