Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe 2022-07-21 01:15:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê civiya. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşadin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Tirkiye bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê derxe. Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ji ber komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê bi lez civiya û hin biryarên nû li dijî Tirkiyeyê girt.   Derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrişa ku li seyrangeha Zaxo pêk hat û tê de welatiyên sivîl bûne qurbanî bi zimanek tun hatiye şermezarkirin.    Di civînê de heşt biryar hatine girtin. Briyarên hatine girtin wiha ne:    – Konseya Ewlekariyê wezareta karên derve erkdar kir ku dosyeya derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bi lez van dosyayan radestî konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.   – Wê wezareta karên derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiye yê Iraqê bike û wî derbarê cezayan de agahdar bike.   – Anîna berpirsê karûbarên Iraqê yê li Enqere ji bo şêwirînê û şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.   – Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyeyê.   – Lêkolîna derbarê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan û her wiha tanzîmata wan de.   – Wê li gel hikûmeta herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.   – Daxwaz ji Tirkiye dikin ku bi awayek fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê derxîne.   – Konseya Ewlekariyê carek din dubare dike ku nabe ku xaka Iraqê bibe qada êrişên li ser welatan û safîkirina hesaban. Her wiha bi tundî hebûna her rêxistinek terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red dike.