ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022 2022-07-21 09:00:08   * Piştî komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê civiya. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşadin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Tirkiye bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê derxe.   * Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên diyar kir ku piştî, pisporên ewlekariyê û berpirsên leşkerî êrişa Zaxo’yê lêkolîn kirine, gihiştine wê encamê ku Tirkiyeyê êrîş pêk aniye.   * Parêzer Hediye Gokçe Baykal anî ziman ku ew ê li dijî biryara Şûraya Dewletê ya têkildarî Peymana Stenbolê têbikoşin û wiha got: "Ev biryar bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekir."   * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ji bo daxwazên parêzvanên mafên mirovan serokkomartiyê telefonî wan kiriye. Keskîn destnîşan kir ku ew vê yekê wekî 'veberhênana hilbijartinê' şîrove dikin û got: "Li şûna ku telefonî me dikin, bila peymanên navneteweyî yên îmze danîne binî pêk bînin."   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Îzmîr û Stenbolê îro jî berdewam dike. (11.00-16.00)   * Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê dê têkildarî mîhrîcanê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bide.  (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê dê têkildarî komkujiya li Zaxoyê li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin kete roja 500'an. Têkildarî mijarê dê ÎHD û OHD li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. (17.00)   * KESK a Amed û Îzmîrê dê têkildarî Nobeta Edaletê ku dane destpêkirin daxuyaniyê bidin. (17.00-18.30)