Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir 2022-07-21 09:30:04 NAVENDA NÛÇEYAN  -  91 parlamenterên Parlamentoya Iraqê têkilkdarî komkujiya li Zaxoyê danezaneke hevpar parve kirin û diyar kirin ku Tirkiyeyê sûcê şer kiriye.  Artêşa tirk duh devera geştê ya li gundê Perex a Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 geştiyarên ereb hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bûn. Bertekên li dijî komkujiyê her ku diçe zêdetir dibin. Têkildarî mijarê parlamenterên Iraqê jî bertek nîşan dan.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; 91 parlamenterên Parlamentoya Iraqê têkildarî komkujiya Tirkiyeyê danezaneke hevpar weşandin. Di danezanê de bang li parlamentoyê hat kirin ku bi awayekî awarte bicive. Her wiha parlamenteran xwest ku Serokwezîr Mûstafa Kazimî û Serfermandarê Artêşa Iraqê jî di vê civînê de amade bin.    Di danezanê de hat gotin ku dewleta tirk sivîl qetil kirin û bi vê yekê re jî “sûcê şer kiriye.” Parlamenteran da zanîn ku dewleta tirk bi vê komkujiyê re qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirine.