Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin 2022-07-21 10:05:44 ŞIRNEX - 3’yemîn Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut li Silopiyayê dest pê kir. Bi mebesta protestokirina birîna daran a li Şirnexê, tîmên futbolê bi pankartên “Na ji qirkirina daran a li Şirnexê re” û “Na ji tundiya li dijî jinê re” derketin sehayê.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê her sal “Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut” li dar dixe. 3’yemîn turnûvaya futbolê ya îsal jî li Silopiyayê dest pê kir. Turnûva bi dirûşma “Nebe bendiyê tiryak, fihûş û pişaftinê, azad bijî” tê lidarxistin û eleqeyeke mezin a ciwanan ji bo turnûvayê heye. Di turnûvayê de 77 tîm dê li dijî hev têbikoşin.    Turnûvaya futbolê li Tesîsên Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê dest pê kir û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan welatî tev li bûn. Beriya turnûvayê li sehayê pankartên “Girêdayî nemîne, azad bijî”, “Li hemberî qirkirina xwezaya Cûdî bêdeng nemîne û li axa xwe xwedî derkeve” û “Em bi rengên xwe yên xemrî ve li sehayê ne” hatibûn daliqandin. Di roja ewil a turnûvayê de 4 maç hatin lîstin.      ‘EM BI HEV RE XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’    Eleqeyeke mezin ji bo turnûvayê hebû û Hevşaredarê silopiyayê Suleyman Şavluk wiha got: “Polîtîkaya tiryak û fihûşê li ser civakê tê ferzkirin. Her wiha xwezaya me tê tunekirin. Me jî li dijî vê êrişa ser ciwan û civaka me, dest bi vê turnûvayê kir. Xwedîderketina li civaka xwe, erka her ciwanekî me ye. Divê em tevek bi hev re li dijî belavkirina tiryakê derkevin. Divê em bi hev re xwedî li xwezaya xwe derkevin.”    ‘DIXWAZIN NAVÊ KEMAL KURKUT QEDEXE BIKIN’    Piştre jî parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî û ev tişt anî ziman: “Turnûvaya me li ser navê Kemal Kurkut ê nemir e. Di sala 2017’an de mîna gelek ciwanên kurd, Kemal Kurkut jî bi zanebûn hat qetilkirin. Xwestin vê komkujiyê veşêrin lê xebatkarên çapemeniyê ev rastî derxist holê. Niha jî hewl didin navê Kemal Kurkut qedexe bikink. Qetilkirina ciwanên kurd qedexe nakin lê bi kar anîna navên wan qedexe dikin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. Ev dijminatiya li ciwanên kurd e.”    TUNDIYA LI DIJÎ JINAN HAT PROTESTOKIRIN    Piştî axaftinan jî lîstik dest pê kirin. Tîma Şaredariya Silopiyayê û Tîma Cangoogullari bi mebesta ku balê bikişînin ser qirkirina xwezayê ya li Şirnexê bi pankarta ku wêneyê darên hatine birîn li ser bûn derketin sehayê. Li ser pankartê nivîsa “Na ji qirkirina xwezayê ya li Şirnexê re!” hatibû nivîsandin. Bi vêdana fîtika destpêkirina maçê re lîstikvanan ji bo protestokirina talankirina xwezayê deqeyekê çepik lê xistin. Temaşevanan jî bi fîtik û çepikan piştgirî dan lîstikvanan û dirûşma “Na ji qirkirina xwezayê re” berz kirin. Piştî maça tîmên Şaredariya Silopiyayê û Cangoogullari,  vêcarê jî tîmên Ramsey Okey û Basrîn Sporê derketin sehayê. Van tîman jî pankarta ku wêneyê Sakîne Kultur a ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve hatiye qetilkirin li ser bû, derketin sehayê. Li ser pankartê nivîsa “Na ji tundiya li dijî jinê re” hatibû nivîsandin û beşdaran dirûşma “Sakîne Kultur nemir e” berz kirin.    77 TÎM LI DIJÎ HEV TÊDIKOŞIN    Di turnûvayê de 77 tîm dê li dijî hev têbikoşin û heta niha 6 tîm hatine beramberî hev. Ji ewil maça Keççan Spor û Nova Door hate lîstin û maç 2-2 xelas bû. Piştre jî tîma Hanî Kablo Hanî Pano û tîma Cûdî Efsanesî hatin beramberî hev. Di maçê de tîma Cûdî Efsanesî tîma din 4-3 têk bir. Maça sêyemîn a rojê jî di navbera Şaredariya Silopiyayê û tîma Cangoogûllari ku Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk û parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî tê de bûn hate lîstin. Di encama maçê de tîma Cangoogûllari tîma Şaredariya Silopiyayê bi skora 3-2 têk bir. Herî dawî jî maça tîmên Ramsey Okey û Basrîn Spor hatin lîstin. Di vê maçê de jî Ramsey Okeyê tîma din 3-1 têk bir.