Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin 2022-07-21 10:06:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana artêşa tirk a li dijî Zaxoyê de 9 geştiyarên ereb hatin qetilkirin. Iraqê bi minasebeta Komkujiya Zaxoyê li seranserî welêt rojekê şîna neteweyî ragihand.    Artêşa tirk duh li gundê Perex ê Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê devera geştiyaran topbaran kir. Di encama topbaranê de pitik û jin jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn. Piştî Komkujiya Zaxoyê, Iraqê ji bo rojekê şîna neteweyî ragihand. Lijneya Wezîran a Iraqê li ser fermana Serokwezîr Mûstafa Kazimî, li seranserî welêt 21’ê tîrmeha 2022’yan weke roja şîna neteweyî ragihand.