Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake 2022-07-21 11:29:03 NAVENDA NÛÇEYAN  - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglû têkildarî qetilkirina 9 geştyarên li Zaxoyê îdia kir ku wan li dijî sivîlan tu êriş pêk ne anîne.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglû têkildarî topbarana artêşa tirk a li dijî gundê Perex ê Zaxoyê ku 9 sivîl hatibûn qetilkirin daxuyanî da. Çavuşoglû di TRT Haber'ê de axivî û ev îdia kirin: “Me ji wan re got ku heke hewcehî pê hebe em dikarin birîndaran bînin Tirkiyeyê. Têkildarî vê êrişê nûçeyên ku Tirkiyeyê reş dikin û tawanbar dikin hatin weşandin. Me tu carî sivîl hedef negirtine.”   Çavuşoglu îdiaya xwe hîn mezintir kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû cîhan baş dizane ku Tirkiyeyê tu carî li dijî sivîlan êrişan nekirine. Em têkoşîna xwe ya li dijî terorê li gorî hiqûqa navneteweyî didomînin.” Her wiha Çavuşoglû got ku ji bo hevkariyê bang li meqamên Iraqê kirine.