Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt 2022-07-21 12:22:52   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyan bi mebesta protestokirina binpêkirina dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Koma duyemîn a li girtîgehê piştî 5 rojan greva birçîbûnê dewr girt.     Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê bi mebesta protestokirina binpêkirina mafan ên li girtîgehê, di 14'ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakî her 5 rojan carekê dewrî komeke din tê kirin.    Koma duyemîn dema ku greva birçîbûnê dewr girtin, bi malbatên xwe re axaftin û diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê ji wan re tim dibêje “Çalakiya xwe bi dawî bikin, daxwazên we dê di demekî nêz de bên bersivandin.” Girtiyan ev agahî dan malbatên xwe: "Çi dibe bila bibe heta daxwazên me pêk neyên, em ê dawî li çalakiya xwe ne anîn. Çalakiya me ev hefteyeke didome lê heta niha jî tu daxwazên me pêk ne anîne. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku me ji çalakiya me dûr bixe, tim dixwaze bi girtiyan re hevdîtinan bike. Em banga piştgiriyê li her kesî dikin."