Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin 2022-07-21 12:45:53 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu têkildarî qetlîama Zaxoyê got, “Êrişên me li ser sivîlan çênebûne.” Lê belê di 7 salên dawî de di êrişên Tirkiyeyê de bi piraniya wan zarok 130 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Tirkiyeyê duh qada seyrangehê ya li gundê Perex a bi ser navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir. Di bomebaranê de 2 jê zarok 9 geştiyarên ereb ên iraqî jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm jî 29 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Iraqê derbarê qetlîamê de bi zimanek tund Tirkiyeyê şermezar kirin û daxuyaniyên, “ji axa me derkevin” dan.    Piştî qetlîamê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyanî da lê êrişê negirt ser xwe û wek her carê dîsa îşaretî PKK’ê kir. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî îro daxuyanî da û îdia kir ku Tirkiye tu deme sivîlan nekiriye hedef û îdiaya xwe wiha domand: “Li gorî agahiyên me ji Hêzên Çekdar ên Tirk girtine, li dijî sivîlan tu êrişek me çênebûye.”    Lê belê di êrişên Tiriyeyê yên ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve li deverên Herêma Kurdistanê di êrişên li dijî qadên sivîlan de zarok û jin jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora Buroya Kurdistana Iraq3e ya CPT a Tîma Navbenkariyê ya Xirîstiyan, di êrişên Tirkiyeyê yên di navbera salên 2015’an û 2021’ê de 109 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Piştî rapora CPT’iyê di êrişên hewayî ku hatin kirin jî 21 kesan canê xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.    QETLÎAMA ZERGELÊ    Yek ji komkujiyên herî mezin ên sala 2015’an ku dema êrişan dest pê kir, bombebarankirina li gundê Zergelê yê Qendîlê ji aliyê balafirên şer ve bû. Di 1’ê Tebaxa 2015’an de di êrişa hewayî ya li ser gundê Zergelê de 2 jê jin ku yek jê ducanî bû 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 27 sivîl jî bi giranî birîndar bûbûn. Navê 8 kesan wiha ye: “Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Êyşê Xdır, Abdulkadir û Mihemed Emîn.”    Di êrîşên Tirkiyeyê yên di navbera 2017-2018’an de li dijî herêmê pêk hatin herî kêm 30 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.    Di hin êrişên Tirkiyeyê yên di sala 2019’an de li dijî jîngehan pêk aniye û bûne sedema kuştinan wiha ne:      23 Çile 2019: Di êrişa hewayî ya li dijî Bajaroka Dêralok a Amediyê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Tevî astengiya hêzên asayîşê yên li dijî qetlîamên Tirkiyeyê jî di 25'ê çleya 2019’an de gel li Dêralokê li hev kom bû û çalakî li dar xistin. Gelê Behdînan ber bi Qereqola Sîre ya Şêladizê ve meşiya. Piştre jî ket baregeha leşkerî, wesayîtên leşkerî şewitand û baregeh hilweşand.  Di êrişa leşkerên tirk a li vir de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûn. Di nava kesên hatin qetilkirin de zarokek jî hebû.    25 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî wesayîtek ku li herêma Goşîn a bi ser Sorana Hewlêrê ve bi rê ve diçû êrişa hewayî pêk anî û ji du birayên di wesayîtê de yek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.    28 Hezîrana 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundê Berd Kuran ê Çiyayê Kortekê yê Herêma Kurdistanê du wesayîtên sivîl bombe kirin. Ferdên malbata Abdula, Abdula Elî Mîne (53) û zarokên wî Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan Rebî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesek ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.   18 Hezîran 2020: Tirkiyeyê êrişa hewayî bir ser herêma Sidêkan û di encama êrişê de Ebas Mexdît hat qetilkirin.    19 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera bajaroka Şeladizê ya bi ser navçeya Amediya Duhokê ve bombebaran kirin û 5 sivîl hatin qetilkirin.    24 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê qada seyrangehê ya navçeya Şarbajêr a bi ser bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kirin û 2 sivîl hatin kuştin.    27 Tîrmeh 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera Amediyê bombebaran kirin û di encamê de Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê di bombebaran û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de ku di sala 2021’an de pêk hatine, kesên hatine kuştin wiha ne:    25 Gulan 2021: Bawer Ahmed ê 20  salî di encama êrişa bi topan a Tirkiyeyê de li gundê xwe Deşîşê birîndar bû. Hin welatî jî ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn.    26 Gulan 2021: Alî Muhsîn ê 16 û Hasan Muhsîn ê 20 salî ku birayê hev in dema pezê xwe diçêrandin di êrişa bombebaranî ya Tirkiyeyê de li gundê xwe Biherê birîndar bûn.    1 Hezîran 2021: Ramazan Alî yê 70 salî kêliya ku li Hirûrê zeviyê xwe av dida, di encama topbarana leşkerên Tirkiyeyê de birîndar bû.    8 Tîrmhe 2021: Welatiyek ji gundê Hirûrê di êrişa leşkerên Tirkiyeyê ku ji baregeha leşkerî kirin de birîndar bû.    13 Tebaxa 2021: Ibrahem Hassan Mohamad (51), yê ku li gundê Deşîşê ya bi ser Kanîmasiyê ve zeviyê xwe av dida ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hat birîndarkirin.    20 Tebax 2021: Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) li nehiya Batifa ya bi ser Zaxoyê ve di encama topbarana leşkerên tirk de hatin kuştin. 17 Hezîranê 2022: Li gundê Keste ya bi ser navçeya Amediyê ya Duhokê ve ji baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê gule li gundiyan hat reşandin û 2 gundî birîndar bûn.    17 Hezîrana 2022: Li navçeya Kelara Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîtek hat bombebarankirin. Di wesayîtê de 5 kes hebûn 3u 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    17 Tîrmeha 2022: Balafira Bêmirova a Tirkiyeyê li navçeya Telafer a Mûsilê li dijî wesayîtekê êriş pêk anî. Di wesayîtê de yek jê jin 5 kesan jiyana xwe ji dest da.    20 Tîremah 2022: Tirkiyeyê qada seyrangehê ya li gundê Perex a bi ser naçveya Zaxoy3e ve bombebaran kir. Di bombebaran3e de 2 jê zarok 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dan.