Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin 2022-07-21 12:57:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepeşêndanên li dijî qetlîama Zaxoyê ya li pêş Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bexdayê hatibûn destpêkirin, berdewam dike.    Nerazîbûn û hêrsa li dijî qetlîama gundê Perex a Zaxoyê ku 2 jê zarok 9 geştiyarên ereb hatibûn qetilkirin berdewam dike. Navenda xwepêşandanan paytext Bexda ye. Ji duh êvarê ve bi deh hezaran kes li Bexdayê xwepêşandanan li dar dixe û Tirkiyeyê şermezar dike. Xwepêşandanên ji duh êvarê ve li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bexdayê dest pê kiribûn berdewam dike. Xelkê Bexdayê dixwaze sefaretxane were girtin.