Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê 2022-07-21 14:49:37   WAN - Daxuyaniya malbatên girtiyan ku dixwestin li pêşiya Edliyeya Wanê bidin, ji aliyê polîsan ve hat astengirin.    Malbatên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin xwestin li pêşiya Edliyeya Herêmê ya Wanê dest bi Nobeta Edaletê bikin lê polîsan destûr neda malbatan. Malbat, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevî astengiyê jî li pêşiya Edliyeyê dest bi çalakiya runiştinê kirin.    Polîsan ji bo daxuyaniyê destûr neda malbatan û wek hincet jî biryara walîtiyê ya qedexeyê nîşan dan û piştre girse dorpêç kirin. Polîsan nûçegihanê me yê ku dîmen digirt jî asteng kir û nasnameya wî kontrol kirin.    Di navbera malbatên ku ji bo zarokên xwe edaletê dixwastin û rayedarên polîsan de nîqaş derketin. Malbatan bertekên xwe wiha anîn ziman: “Em ji bo edaletê li vir in, hun bihîstina dengê me asteng dikin. Hûn çi jî bikin em ê dîsa bên vir."    Nobet bi rûniştina malbatan a ku saetekê dom kir şûnda bi dawî bû.