Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin 2022-07-21 15:07:31 STENBOL -  Dayikên ku ji bo girtiyan Nobeda Edaletê digirtin, bi lêdanê hatin binçavkirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di hefteya 18’emîn de li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglaynê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, rêveberên MATUHAYDER’ê û ANYAKAYDER’ê û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî piştgirî dan malbatan.    Malbatên ku xwestin daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji çalakvanan Kumrî Akgul bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Gelo li welatê ez lê dijîm qey ez ê nikaribim derdê xwe bînim ziman? Helbet ez ê derdê xwe bînim ziman. Zarokên me dimirin. Êdî bes e. Dinya me nabîne.”    Di kêliya ku Akgul diaxivî de polîsan girseyê dorpêç kir. Di vê navberê de polîsan rojnamevanên ku nûçeyê dişopandn jî asteng kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û 8 kesan bi lêdanê binçav kir. Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî muameleya xerab a li dijî xwe dan.    DI BINÇAVAN DE TUNDΠ   Polîsan di hundirê wesayîtê de tundiyê li Zeynep Calîhan, Kumrî Akgul, Cemîle Çîftçî, Duran Turgay, Gulten Sumbul, Rozerîn Degîrmencî û 2 kesên navên wan nehat zanîn kirin.     EDALET NÎNE    Piştî Nobeda Edaletê Parlamenter Zuleyha Gulum daxuyanî da û bertek nîşanî helwesta polîsan da. Gulum destnîşan kir ku di vê helwesta polîsan de jî diyar dibe ku edalet tune ye û li dijî malbatên girtiyan helwestek kêfî tê sepandin. Gulum anî ziman ku li Tirkiyeyê demokrasi tune ye û heke li welatekî girtî bi îşkenceyê re rûbirû bin li derve jî “D” ya demokrasiyê jî tune ye.