Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in 2022-07-21 15:50:53 NAVENDA NÛÇEYAN  - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê, Komkujiya Roboskê aniye bîra her kesekî û wiha got: “Ev komkujî, encama desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku ji bo operasyonên li derveyî sînor pir dilxwaz e.”   Tirkiyeyê duh di saetên nîvro de qada geştê ya li gundê Perex a Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Di encama êrişê de 2 jê zarok bi giştî 9 kes hatin qetilkirin û herî kêm 29 kes jî birîndar bûn. Êrişa Tirkiyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate şermezarkirin.    ENQERE    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê têkildarî mijarê avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDPP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari,  Berdevkê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Enqereyê Mûrat Kayataş û gelek welatî amade bûn.    SÎNEMÎLLÎOGLÛ: SUCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Di civînê de ji ewil Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî û got ku komkujiya li Zaxoyê hatiye kirin bingeha xwe ji dijminatiya li kurdan digire. Sînemîllîoglû ev êriş weke sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û şermezar kir.    Berdevkê DBP’a Enqereyê Mûrat Kayataş jî anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî ku ferq kir dê hilbijartinan winda bike, hewl dide desthilatdariya xwe li ser bingeha dijminatiya kurdan bidomîne. Kayataş, got ku êrişên heyî jî di vê çarçoveyê de tên kirin û mebesta êrişan jî tunekirina destkeftiyên kurdan e. Kayataş, bi domdarî wiha got: “Êrişa li Zaxoyê li dijî sivîlan hate kirin. Divê hemû partiyên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê van êrişên li dijî sivîlan bi zimanekî tund şermezar bikin û li dijî hebûna leşkerên Tirkiyeyê derkevin. Banga me ji bo sazî û dezgehên navneteweyî, gelên Tirkiyeyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî ew e ku li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.”    HATÎMOGÛLLARI: ROBOSKÊ ANÎ BÎRA ME   Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî daxuyand ku dema li dîmenan temaşe dikir, Komkujiya Roboskê hatiye bîra wê û ev tişt anî ziman: “Em kesên ev komkujî pêk anîne bi tundî şermezar dikin. Ev komkujî, berhema desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku ji bo operasyonên derveyî sînor pir dilxwaz in.  Hewceye em li dijî polîtîkaya şer a hikûmetê bisekinin. Banga min ji bo hilbijêrin AKP’ê ev e; ev operasyon ji bo parastina desthilatdariya AKP’ê û rejîma yekzilamî tên kirin. Divê gelên Tirkiyeyê vê rastiyê fêm bikin.”    ŞIRNEX   Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê jî li Silopiyayê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, hevşaredarên HDP’î yên Silopiya, Hezex û Cizîrê û gelek welatî amade bûn.    ‘DIVÊ BERTEKEKE HEVPAR BÊ DAYÎN’   Di daxuyaniyê de pankarta “Em komkujiya li Zaxo ya başûrê Kurdistanê şermezar dikin” hatibû veirin. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen axivî û da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi awayekî vekirî dijminatiya kurdan dikin. Gungen, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di vê çarçoveyê de jî bi hemû hêzên xwe êrişî Başûr û Rojava dike da ku destkeftiyên kurdan tune bike. Di van êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin. Lê mixabin ku rêveberiya Başûr li dijî van êrişan xwe li bêdengiya da û hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. Tirkiye jî hewl dide van êrişan rewa nîşan bide. Divê hemû partî û saziyên kurd li dijî vê êrişê bertekeke hevpar nîşan bidin.”    ‘DEREW, PARÇEYEKE DESTHILATDARIYÊ YE’    Parlamenter Hasan Ozguneş jî bi lêv kir ku Tirkiyeyê derheqê êrişê de derew kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Derheqê vê bûyera ku bi aşkerayî hatiye kirin de jî derew kirin. Derew ewqas bûye parçeyeke desthilatdariya Tirkiyeyê. Hêj niha jî Komkujiya Roboskê, ya Pirsûsê, ya mitînga Amedê, ya Gara Enqereyê û 17 hezar cînayetên kiryarnediyar di bîra me de ne. Raya giştî baş pê dizane bê ka faîlên van kî ne.”