Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn 2022-07-21 15:53:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana artêşa tirk ali dijî navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de yek jê pitik bi giştî 9 kes hatibûn qetilkirin. Nasnameyên qurbaniyan aşkera bûn.    Tirkiyeyê duh di saetên nîvro de devera geştê ya gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Di encama êrişê de yek jê pitik bi giştî 9 welatî hatin qetilkirin û zêdetirî 29 welatiyan jî birîndar bûn.    Nasnameyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin wiha ne:    * Zehra Xeyrî Mihemed, 1 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Sara Qeys Elî, 12 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Zehra Qeys Elî, 16 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Elî Sebah Îsmaîl, 43 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Secad Mihemed Casim, 24 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Ebas Ela Ebdul Ehmed, 30 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Hesen Ebdulemîr, 55 salî ye û ji Kerebelayê ye.    * Teha Ebdulrehman Nemet, 25 salî ye û ji Bexdayê ye.    * Ebas Mihemed Cewad, ji Kerbelayê ye.