Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin 2022-07-21 17:18:22   RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li Zaxotê daxuyanî da. HDP'ê êrişa Tirkiyeyê ku tê de 9 kes jiyana xwe jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn bi tundî şermezar kir.   Balefirên Tirkiyeyê duh gundê Perexê yê Zaxoyê bombebaran kiribûn. Di bombebaranê de zarok û jin jî di nav de 9 kes hatibûn qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Rihayê li ber avahiya xwe ya navçeya Halîliyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da. Endam û rêvebirên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Hewldana 78’an, Komeleya Mala Jiyanê, parlementerên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek welatî tev li daxuyanî bûn. Beriya daxuyaniyê cîwanên HDP'î ji Qada Topçiyan heta avahayi HDP'ê meşîyan. Di meşê de weneyên kesên hatine qetilkirin hatin wergirtin.   Hevserokê HDP'a Rihayê Ahmet Ateş daxuyanî xwend. Ateş buyera li Zaxoyê wekî "komkujîyê" pênase kir û bibîr xist ku heman komkujî li Şengalê û Mexmûrê jî qewimiye û got: "Herî dawî di 26'ê Gulanê de li Bamernê 2 jê zarok 3 kes hatibûn kuştin. Li gorî rapora CPT'yê li heremê herî hindik 112 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Bomberkirina warên sîvîl sucê li hemberî mirovahiyê û sûcê şer e. Ew qetliama duyemîn a Roboskiyê ye û berpirsyar desthilat e. Hewce ye ku berpirsyar werin darizandin. Em vê qetliamê bi tundî şermezar dikin."   'DÎMENA ROBISKIYÊ HAT BER ÇAVAN'   Parlementer Ayşe Surucu jî diyar kir ku her roj bi nûçeyeke komkuyê û qirkirinekê re şîyar dibin û wiha bertek nîşan da: "Herî dawî jî ev êrişa li Zaxoyê rû da. Ew kesên jiyana xwe ji dest dane hatibûn seyranê. Zarok û jinên çûn geştê hatin qetilkirin. Niha dîmena Roboskiyê hat ber çavan. Qirkirinek mîna wê pêk hat. Em van êrişên qirêj şermezar dikin. Em li dijî van êrişan dibêjin ku di sulhê de xêr heye. Ji bo ku rêveberiyek faşîst xwe li ser lingan bigre mafê wan nîn e sivîlan qetil bikin."   'EM BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN'   Omer Ocalan jî bi lêv kir ku desthilat şerê xwe yê qirêj li her derî belav kiriye û wiha axivî: "Li Kurdistanê, kî were qetilkirin bi navê terorê binav dikin. Bi şer ew nikarin xwe bidin qebûlkirin. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes di van şeran de jiyana xwe ji dest dide. Hewce ye ku ev şerê ku zirarê dide niştecîhan were rawestandin. Rêvebiriya Iraqê jî têkildarî bombebaranê diaxive û dibêje ji aliyê Tirkiyê vê pêk hatiye. Hîna jî desthilat rastiyê înkar dike. Çapemenîya alîgir çawa ku di komkojiyê Roboskiyê de bêdeng bû, îro jî bêdeng e. Desthilatdariya Tirkiyeyê serxweş bûye. Ên ku vê komkojiyê pêk anîne em wan bi tundî şermezar dikin."