Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye 2022-07-21 21:20:53   RIHA – ÎHD û OHD'ê di roja 500'emîn a Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar de daxuyanî dan.    Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar  di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest pê Nobeta Edaletê kiribûn. Îro nobeda edaletê ya malbatê gihîşt roja 500'î. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî roja 500'î ya Nobeda Edaletê de li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî dan. Endam û revebirin Partiya Herêmên Demokrtatîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), CHP, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Hewldana 78'an, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya DEVA ya Rihayê, Baroya Rihayê, Parlementerên HDP'ê Omer Ocelan û Ayşe Surucu, malbata Şenyaşar û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Beriya çalakiyê polîs nehiştin ku girse li baxçeyê edliyeyê daxuyaniyê bide, lewma jî girse li derî edliyeyê "quncikê edeletê yê Malbata Şenyaşar"ê daxuyanî da.   ‘EW DOZ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ YE'   Hevseroka OHD'ê ya Rihayê Meral Halatê daxuyanî xwend. Halat diyar kir ku kesên ku li edaletê digerin, di demeke pir zehmet de ne û got: “Bêhiqûqî û bêedeletî bi destê dadgehan ava dibe lewma jî di vê pêvajoyê de hevgirtin û piştgirî gelek girîng e. Nobeda malbata şenyaşar 500 roj li dû xwe hiştin, lê hê jî astengî, êrîş û tundî berdewam dikin. Ev têkoşîn ji bo hemû kesî bû hêvî. Îro em dibînin ku edalet bi destê darazê hê nehatiye cîh. Ew doz encama polîtîkayên bêcazakirinê ne. Daxwaza me ew e ku dosyaya malbata Şenyaşar bi şeklekî adil bi dawî bibe û biryara veşartî ku li ser dosyayê ye, were rakirin û Fadil Şenyaşar bi awayekî adil were darizandin. "   ‘BI ÇÊKÊN DEWLETÊ KIRIN’   Piştî Halatê Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar bi lêv kir ku 500 roj e ew dêya xwe li ber avahiya edliyeyê ne û li hêviya edeletê ne. Şenyaşar daxuyaniyên fermî yên dema komkujiyê bibîr xistin û wiha got: “Waliyê Rih yê Abdûllah Erîn daxuyand ku bûyer ne bûyereke terorê ye. Di heman demê de Midûriyeta Polîsan a Rihayê lêkolîna jiyana me ya 30 salên borî kiriye û tu tişt bi dest nexistiye. Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Eşref Fakibaba daxuyanî da, lê paşê derket lêborîna xwe ji me xwast." Şenyaşar diyar kir ku kesên ku vê qetlîamê kirine bi çêkên dewletê kirine û wiha domand: “Îro nobeda me ya edaletê di roja 500'î de ye. Li her aliyê welatê me dayik ji bo edaletê hêsiran dibarînin. Heta daxwaza me neyê cih em ê li vir binn. Heta birayê min Fadil neyê berdan û kesên berpirsyar neyên cezakirin em naçin cîhekî jî."    Herî dawî Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan anî ziman ku li her aliyê welêt bêedaletî heye û got: “Welat ber bi tunekirinê ve diçe. Cîhê ku daraza adil lê tune be li wir hiqûqa dijminantiyê heye. Parlamenterên desthilatê wekê gangsteran tevdigerin. Roj roja piştdanê ye ji bo malbata Şenyaşar. Kesê ku li cem malbata Şenyaşar bin di heman demeê de li ba heq û hiqûqê ne jî. Têkoşina me heta edalet pêk were dê bidome û hewce ye ku êdî Fadil Şenyaşar jî were berdan.”