Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin 2022-07-22 09:04:45 ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku heyeta dadgehê di doza Denîz Poyraz de dixwaze dosyeyê tenê bi cezakirina bersûcekî bigire û got: "Doz hîn bi dawî nebûye û em ê daxwazên ku hatine redkirin dubare dubare bixin rojevê."   Danişîna dawî ya doza Denîz Poyraz ku li avahîya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, di 18'ê Tîrmehê de hat lidarxistin. Kujer Onûr Gencer di her sê danişînên dozê de jî wê helwesta tehrîkar domand û heyeta dadgehê jî helwesta xwe ya ji bo nezelalkirina paşperdeya bûyerê berdewam kir. Heyeta ku hemû daxwazên parêzeran ên ji bo berhevkirina delîlan bê bersiv hiştin, di vê danişînê de jî daxwaz red kirin.   Heyeta ku guh neda daxwazên parêzeran ên ji bo rû bi rû guhdarkirina şahidan û berhevkirina materyalên dîjîtal, mudaxileyî mafê pirspirsînê yê parêzeran jî kir.    Der barê geşedanên di dosyayê de û pêvajoya dozê de em bi Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel re axivîn.      XALÊN TARÎ   Yucel anî ziman ku divê pêvajoya dozê ji qonaxa lêpirsînê dest pê bike û bi vî awayî bê nirxandin û lêpirsîneke netemam hatiye kirin û delîlên pêwîst nehatine berhevkirin. Yucel destnîşan kir ku dema pêvajoya lêpirsînê bi awayekî şikestî bi rê ve çûye ev mijar ji dadgehê re hatine hiştin û got: “Bi qasî ku ji îdianameyê û awayê lêpirsînê tê fêhmkirin, tê xwestin ku bûyereke wiha giran wekî çalakiya ku di encama bêhişiya kesekî de pêk hatibe. Lê belê qonaxeke dirêj a amadekariyê, peydakirina çekan, perwerdekirin û îdiayên li ser partiyên siyasî yên derketin holê, vekolandina li paşxaneya vê yekê ferz dike. Roja bûyerê di nava polîsan re derbas dibe û dikeve hundirê avahîyê. Di danişîna dawî de şahidekî diyar kir ku beriya bûyerê hewl daye têkeve hundirê avahiyê, lê polîsan nehiştiye. Ev hemû xalên tarî ne."    HELWESTA HEYETÊ   Yucel anî ziman ku kuştinên bi vî rengî êrişine ji bo jiholêrakirina îdeala jiyana bi hev re ne û li pişt van jî her tim hêzên tarî hene. Yucel bi lêv kir ku bendewariya civakê ew e ku ji bilî cezakirina kujer, kesên çek dane wî, feraseta kuştinê lê peyda kirine û talîmat şandine jî bên eşkerekirin û wiha got: “Mixabin me çar danişînên me nikaribû vê yekê pêk bîne. Hevalên me tim daxwaz dikin, lê dîsa jî ev daxwaz heya niha esas nehatine girtin. Mînak, me daxwaz kiribû ku dîmenên li midûriyeta polîsan ên dema kujer birine wir daxilî dosyeyê bên kirin bê ka kujer li wir çawa hatiye pêşwazîkirin. Ev daxwaza me hê di vê danişînê de hat bersivandin. Hat gotin ku 'ji ber ku qeydên me di ev qas wextî de bi xwe jê diçin qeyd nehatine peydekirin.' Halbûkî diviyabû ev qeyd di serî de daxilî nava dosyeyê bihatana kirin. Lê belê em ê daxwazên xwe bidomînin.”   ‘HELWESTÊN KUSTEX'   Yucel diyar kir ku Gencer bersiva piraniya pirsan nedaye û wiha dewam kir: “A rast mafekî xwe bi kar anî, lê li aliyê din jî li pêşiya eşkerekirin hêzên li pişt bûyerê bû asteng. Helbet rêbazeke me ya ku teqez gere biaxife tune ye. Lê karê dadgehê ye ku bersiva pirsên ku bersûc ew nebersivandine bibîne û em jî ji bo vê van pirsan dikin. Piştî amadekariyeke dûr û dirêj danişîn hat lidarxistin. Pirs kom bi kom hatin amadekirin. Pirsên ku dê hem ji bersûc hem jî ji şahidan re bihatana kirin zelal bûn. Ev pirs hatin pirsîn ku têkiliyek eşkere bibe. Ew pêxistina lingan a di dema berhevkirina delîlan de, di dema pirsan de jî xwe nîşan da. Bersûc xwedî helwesteke pir pozbilind bû. 'Bêdengiya' dadgehê ya li hemberî bersûc jî ji bo wî bû cîhê firsendekê ku vê helwesta xwe ya kustex zêdetir bike."    Yucel destnîşan kir ku divê dadgeh helwestên heya niha ji holê rabike û ji bo peydekirina heqîqetê bikeve nava liv û tevgerê û got: “Dadgeh di qonaxa dozgeriyê de jî bi lêkolînê dikare delîlan kom bike. Dikare vê yekê bi serê xwe bike. Lê dema em dibînin ku ji xweber vê yekê nake, em dibêjin 'ev kêm in' mudaxele dikin. Em hê jî dibêjin. Dema her kes lingê xwe kaş dike, em bi derziyê bîrekê dikolin da ku rastî derkeve holê. Lê ew jî hewl didin ku bi bêrê ser wê bigirin Çi qas dewam dikin bila bikin lê em ê bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku bi gotina 'me cezayê herî giran biriye' dê ser vê dosyeyê negirin. Ji ber ku ew tenê piyonek e. Heya sûcdarên eslî neyên eşkerekirin û neyên cezakirin, edalet ne di wijdanê gel û ne jî di cîhana hiqûqî de wê dernekeve holê.”   ROLA PARTIYAN    Yucel bi gotina, "Ev ne kuştineke hêsan e" destnîşan kir ku ev di heman demê de êrişa li dijî azadiya rêxistinbûnê, jiyana hevbeş, baweriya gelan û jiyana biewle ye jî. Yucel anî ziman ku divê partiyên siyasî di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin û wiha pêde çû: “Daxuyaniyên serokkomar û rayedarên din faktorên sereke yên vê êrîşê ne. Êrîşên li Îzmîrê yan jî li cihên din tên kirin, hewldanên lînçkirina biyaniyan ên bi zimanekî neteweperestî parçeyek heman têkiliyê ne. Armanc afirandina hawîrdoreke kaotîk, dûrketina ji demokrasiyê, afirandina dijminan û dijminatiyên nû ye. Ji ber ku desthilatdar xwe bi dijminatiyê têr dike."   ‘DOZ HÊ NEQEDIYAYE'   Yucel bi lêv kir ku hê doz bi dawî nebûye û redkirina hemû daxwazên wan nayê wê wateyê ku ew ê careke din qala van daxwazan nekin. Yucel destnîşan kir ku şahidên ku hê nehatine guhdarîkirin hene û got: "Dê li ser dîmenan lêkolîna pêzaniyê bê kirin. Encamên vê vekolînê belkî girîngiya rêça ku me vekiriye rê dadgehê bide. Ji ber ku kujer ji kêliya ku hat girtin li pişt perdeya parastinê bû. Me li aliyekê dît ku çawa mudaxile li bûyerên civakî tê kirin û li aliyê din jî me feraseta polîsekî ku bi heskirin bi kesekî kujer re sohbetê dike û dibêje 'wer keko wer' dît. Ev tê wê wateyê ku hin bersûc ji hêla qanûn, dewlet û rêveberiyê ve tên parastin. Dibe ku hûn HDP’ê neecibînin û hez jê nekin an jî wekî ‘partiyek xeternak’ bibînin. Lê belê divê ev yek bandorê li hewldanên we yên ji bo eşkerekirina heqîqeteka lêprisîna derbarê keseke ku di êrişeke li ser HDP'ê de hat qetilkirin neke. Ger hûn behsa serweriya hiqûqê û darazek serbixwe dikin, nexwe divê pêvajo wiha bi rê ve neçe."   MA / Tolga Guney