Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin 2022-07-22 14:25:57   RIHA - Ferît Şenyşar di Nobeda Edaletê de axivî û got: “Mafdarî tenê têr nake. Em li bendê ne ku rayedarên dewletê û darazê tavilê gavên hiqûqê biavêjin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Dadgeha Rihayê di roja 501’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû îro tev li nobedê nebû. Ferî Şenyaşar nobeda îro berdewam kir.    'MAFDARÎ TENÊ TÊR NAKE’    Şenyaşar destnîşan kir ku ew bi israr nobeda xwe didomînin û wiha got: “Bi nobeda me daye destpêkirin re dewletê jî û hikûmet jî qebûl kir ku em di doza xwe de mafdar in. Mafdarî tenê têr nake. Em li bendê ne ku rayedarên dewletê û darazê tavilê gavên hiqûqê biavêjin. Ji ber birayê min girtî ye, dayika min her roj li ber edliyeyê qîrîn û hawar dike. Demildest vê bêhiqûqê bi dawî bikin û em jî dixwazin tavilê vegerin jiyana xwe ya asayî.”    'BERPIRSIYARIYA XWE BÎNIN CIH’    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kir: “Me tam 500 roj li pey xwe hişt. Heke ku Tirkiye dewleta hiqûqê be, bila berpirsiyariya xwe ya hiqûqê bîne cih, wek din daxwazek me din nîne.”