Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn 2022-07-22 16:15:54   ENQERE - Bi îdiaya ku Selahattîn Demîrtaş, dozger Yuksel Kocaman hedef daye nîşandan doza hatibû vekirin. Di dozê de ji Demîrtaş re heta 8 salan ceza hat xwestin.    Bi îdiaya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman “hedef daye nîşandan” doza hatibû vekirin. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Parêzerên Demîrtaş di danişînê de amade bûn. Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi vî îdiaya “hedef nîşandanê” xwest heta 8 salan ceza li Demîrtaş were birîn.    Parêzeran diyar kir ku ji bo ew dikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin, wext xwestin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê îlonê kir.