Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin! 2022-07-22 21:26:04 STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol di çalakiya şermezarkirina Komkujiya Zaxoyê de bal kişand ser berpirsyarên komkujiyê û got: "Dest ji hezkirina xwe ya ji bo şer û pevçûnan berdin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê têkildarî komkujiya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn, li ber avahiya Qeymeqamtiya Beyoglûyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em komkujiya li Zaxoyê şermezar dikin!" nivîsandî hat vekirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP'ê yên Stenbolê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Berdevkê Buroya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê Atîlla Ozdogan, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve" hatin berzkirin.   Beriya daxuyaniyê pêşiya avahiya HDP'ê ya Stenbolê ji aliyê bi sedan polîsi ve hat dorpêçkirin.   ‘EM VÊ POLÎTÎKAYÊ RED DIKIRIN'   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol bibîr xist ku di Komkujiya li Zaxoyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne û got, ew êrişê şermezar dikin û divê rojek berî rojekê berpirsyar li pêşberî darazê hesab bidin. Bîrol got: “Em vê atmosfera siyasî ya ku mirovan di gerîneka şer û pevçûnan de dixeniqîne û mehkûmî mirin, komkujî, xizanî û pevçûnan dike red dikin."   BERPIRSÊN KOMKUJIYÊ   Birol destnîşan kir ku berpirsyarê Komkujiya Zaxoyê ne tenê desthilatdar e û got, yê ku li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê li hev dikin hemû berprisên vê komkujiyê ne. Bîrol bilêv kir ku bi Komkujiya Zaxoyê re careke din eşkere bûye ku hiqûq ne ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê û hevrûbûna bi qirkirin û komkujiyan, ji bo berjewendiyên desthilatdaran li dijî gelan hatiye bikaranîn û got: "'Hiqûqa neteweyî- navneteweyî' ya ku komkujiya Zîlan, Dersim, Roboskî, Şengal û gelek komkujiyên din nedîtiye û naxwaze bibîne, yek ji berpirsyarên sereke yên Komkujiya Zaxo ye jî."   SÛCÊN LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ YÊN AKP-MHP'Ê    Bîrol bilêv kir ku ev komkujî bi armanca xurtkirina hêza xwe ya li herêmê hatiye kirin û got: "Ev berhema wê ferasetê ye ku dixwaze têkoşîna gelên herêmê ya ji bo hebûn û azadiyê tune bike, çavkaniyên herêmê pêşkêşî çend sermayedaran bike û hemû planên xwe bisipêre şer." Bîrol destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye sedema zêdebûna kiryarên veguherîne sûcên li dijî mirovahiyê û got: “Wekî ku di raporên rêxistinên mafên mirovan de jî tê diyarkirin, her roj herî zarok, jin û kal û pîr tên kuştin. Xweza ji ber sedemên ewlehiyê ji aliyê hêzên mîlîtarîst ve tê talankirin û hevsengiya jîngehê ya li herêmê her ku diçe xirab dibe. Ev hemû jî dijî îradeya jiyaneke hevpar û wekhev a gelên me û daxwazên gel ên ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê tên kirin."    BANGAWAZÎ   Bîrol di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Êdî dest ji hezkirina xwe ya ji bo şer û pevçûnan berdin. Dest ji pêkanîna hiqûqa dijminatiyê, siyaseta herêmê ya li ser înkarê û dûrî heqîqetê berdin. Dev ji xeta xwe ya berfirehbûnê berdin. Pêşeroja li ser esasê fikra demokrasî û aştiyê ji bo hemû gelên welat û herêmê tekane bijarde ye. Em bang li tevahiya hêzên muxalefeta civakî, partiyên siyasî û civaka xwe dikin ku li dijî vê siyaseta şer zimanê aştiyê xurttri bikin. Em bang li tevahiya civaka navneteweyî û saziyên eleqedar dikin ku berprisiyariya xwe ya ji bo aştiyê pêk bînin."    ‘DEST JI LÎSTIKÊN QIRÊJ BERDIN'   Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku ev komkujî bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Bloka AKP-MHP'ê armanc dike ku li ser axa gelê kurd êrişê bibe ser gelê kurd. Her kesî dikuje. Bêyî ku guh bidê ev jin e, ev zarok e her kesî dikuje. Ev pêvajoyeke dirêj e, bi hemû taktîkên xwe êriş dike. Em jî daxwaza xwe ya ji bo edalet, aştî û demokrasiyê dubare dikin. Mixabin dest ji van êrişan bernadin. Em careke din bang dikin ku hûn nikarin bi tanq û tivingan siberojeke ronî bînin vê axê. Dev ji van lîstikên qirêj berdin. Werin em bi muzakere û diyalogê vê xakê bikin xakeke ronî."