ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-23 09:00:32   * Rojnamevan Ragip Dûran diyar kir ku çapemeniya kurd ku ji bo her kesî rolek pir girîng dilîze, bi nûçeyên xwe yên asoya mirovan ronî dike deshilatê nerihet dike û got, li Tirkiyeyê herî zêde rojnamevan di vê serdemê de hatine girtin.    * Li Îskenderûnê K.Ç.yê ku dema hewl daye kesên şer dikin ji hev veqetîne rastî heqareta polîsan hatiye û hem li nava kuçeyê, hem di maşîneya polîsan de û hem jî li qereqolê polîsan li wî xistiye. Parêzer Mûstafa Çamlibel anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtin îşkenceyê divê polîs bên cezakirin.   * Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknas Kabataş bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan û got: "Ger edalet bê Îmraliyê, dê bigihê her kesî."   * Li Heskîfê tekane xaniyê ku nehatibû xerakirin, berî doza li dadgehê bi dawî bibe ji aliyê şaredariya AKP'î ve hat xerakirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 502’emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê yên şaxên Amed û Êlihê dê çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (11.00- 12.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 904'emîn de dê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin. (12.00)    * ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî bide. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 539'emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)     * Komîsyona Jinan a Navenda ÎHD'ê rapora têkildarî tundiya li ser jinan ku amade kiriye dê li hotêlekê eşkere bike. (13.30)