Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî 2022-07-23 09:03:44   STENBOL - Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknas Kabataş bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan û got: "Heke edalet bê Îmraliyê, dê bigihê her kesî."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin, nêzî 16 meh in tu xeber nayê girtin. Ev yek li bara civakê dibe cihê fikarên mezin. Her wiha serlêdanên malbatê û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tên astengkirin.    Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknas Kabataş û Gulsûm Dag bertek nîşanî vê rewşê dan û bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan.   'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Feleknas Kabataş diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û got, kurd jî wekî hemû gelên cîhanê dixwazin xwe bi rê ve bibin. Kabataş ku got “Em jî dixwazin vînek me hebe. Êdî em naxwazin em bên binçavkirin û girtin. Em naxwazin bên kuştin" anî ziman ku sedema zêdebûna zextên li girtîgehan tecrîda li Îmraliyê ye.   Kabataş bi lêv kir ku dewlet dixwaze dengê Ocalan bitepisîne û wiha got: “Her tişt girêdayî Abdullah Ocalan e. Eger edalet bê Îmraliyê, wê ev yek bigihê her kesî. Me tu kes nekuştiye. Dewlet vî tiştî dike. Me dikujin û îşkenceyê li me dikin.”   'EM QEBÛL NAKIN'   Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Gulsûm Dag jî destnîşan kir ku tecrîd her ku diçe girantir dibe û got: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em ne vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ne jî li ser girtiyên din qebûl nakin. 30-40 sal ceza didin her kesî. Em dibêjin êdî bes e. Dê ev zilm û mirinê heya çi çaxî bidome? Heta em sax bin em ê li ber xwe bidin."   GER TECRÎD RABE DÊ MESELE ÇARESER BIBIN'   Dag anî ziman ku heke Ocalan azad bibe dê hemû pirsgirêk çareser bibin û wiha axivî: “Eger tecrîd bê rakirin dê krîza li Tirkiyeyê jî hel bibe. Ger Ocalan azad bibe wê aştî bê cîhanê. Ger tecrîd rabe, dê edalet pêk bê, dê çareserî pêk bê. Dema tecrîd bê rakirin wê ji bo her kesî baş be. Di heman demê de dê ev zilm ji holê rabe. Divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser pêyan."