Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin 2022-07-23 11:48:55   STENBOL - Endamên Partiya Şoreşger bi boneya Qetlîama Zaxoyê li ber avahiya rêxistina AKP’ê ya Navçeya Kadikoyê çalakiya bi darbest li dar xistin.    Endamên Partiya Şoreşger bi armanca şermezarkirina Qetlîama Zaxoyê duh êvarê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Kadikoya Stenbolê meş li dar xistin û dirûşm berz kirin. Çalakvanan ji bo balê bikişînin ser qetilkirina pitikê, darbestek biçûk hilgirtin.    Endamê Partiya Şoreşger Erkîn Barin di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku hêzên dagirker li Kurdistanê 9 kesan bi bombebaranê qetil kirine û got: “Ev darbest darbesta Zehraya pitik e. Em kujeran baş dizanin. Kujerên Zehraya pitik vane li vir in. Kujer AKP bi xwe ye. Kujerên Zehra, Berkîn Elvan û Ceylan Onkol heman kujer in.”    Piştre polîan Barin binçav kirin. Tê payîn ku ji bo Barin îfade bide dozgeriyê sewqî Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê bikin.